'Qanûna Çarçoveyê' ji bo îmzeyan li parlamentoyê hate vekirin

Parve bike:

ENQERE – Pêşnûmeya "qanûna çarçoveyê" ji bo îmzeya parlamenterên AKP'ê hate vekirin.

 
Pêşnûmeya "Qanûna Çarçoveyê" ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin beriya ku bê parlamentoyê ji bo îmzeya parlamenterên AKP'ê hate vekirin. Bi îmzeya Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler ji parlamenteran re hat şandin de wiha hat gotin: "Biryar hat dayîn ku hemû parlamenterên me Pêşniyara Qanûna Çarçoveyê bi temamî îmze bikin." Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêşniyar ji bo îmzeyan li salona Desteya Rêveber a Koma Parlementoyê hatiye vekirin.
 
Pêwîst e parlamenter sibê heta 17:00'an îmze bikin. Piştî ku pêvajoya îmzekirinê temam bû, tê payîn ku pêşniyar pêşkêşî Serokatiya Parlementoyê were kirin û di demeke nêz de bigihêje qonaxa komîteyê.
 
Serokê Koma AKP'ê Abdullah Guler jî wê îro derbarê qanûna çarçoveyê de agahiyên pêşîn bide partiyan. Lêbelê, di derbarê naveroka rêziknameyê de hêj daxuyaniyek berfireh nehatiye dayîn.