ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2026'AN
- Rojane
- |
- 4 Tebax 2026 09:00
- |
* Fatîme Uluş a 88 salî ku 20 sal in li gora kurê xwe digere, bi cîhaza bêhnstandinê û li pey wêneyê bergorê, ji bajarê Strazburg ê Fransayê 4 hezar û 600 kîlometre hat Şirnexê û derket Çiyayê Cûdî.
* Dengbêjên ku banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin, gotin: “Êdî em dixwazin di berhemên xwe de ne êşê, şahiyê bistrên.”
* Piştî betalkirina biryara îmarê ya Newala Qesaba, qeyûm vê carê jî plan dike ku avahiyên cemaweriyê bibe wê herêmê. Sekreterê Şaxa Sêrtê ya TMMOB’ê Firat Şîmşek diyar kir ku divê Newala Qesaba wekî cihekî bîrê bê parastin.
* Endamê OHD’ê Vedat Çagirtekîn diyar kir tehliyenekirina girtiyên nexweş li dijî xala 3’yemîn ê PMME’yê ye û got ku bi projeyê re divê verastkirineke înfazê ya di asta reformê de bê çêkirin.