ŞIRNEX - Fatîme Uluşa 88 salî ku 20 sal in li gora kurê xwe digere, bi cîhaza bêhnstandinê û li pey wêneyê bergorê, ji bajarê Strazburg ê Fransayê 4 hezar û 600 kîlometre hat Şirnexê û derket Çiyayê Cûdî.
Li Kurdistanê di pêvajoya pevçûnan a ku zêdetirî 40 salan dewam kir de, bi deh hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî windahiyên di şer de êşên kûr man, êşa hinek dayikên ku zarokên xwe winda kirine, ji ber ku goreke wan nînin ku ziyaret bikin û bêhna wan bikişînin hinava xwe, hêj kûrtir bû. Gelek dayikên ku bi salan bi hesreta goreke zarok an jî hevjînên xwe jiyan, beriya ku ev daxwaza wan a dawî pêk bê, jiyana xwe ji dest dan. Dayikên ku dijîn jî, bi hêviya dîtina bergorekî têkoşîna xwe dewam dikin.
TÊKOŞÎNA BERGORÊ YA DAYIKEKÊ
Yek ji van dayikan Fatîme Uluş a 88 salî ye. Ew ji bajarê Strazburg ê Fransayê di 6 rojan de 4 hezar û 600 kîlometre rê hat û berê xwe da Çiyayê Cûdî ê bi bilindahiya 2 hezar metre yê li Şirnexê.
Ji bo endamên HPG û YJA-STAR’ê yên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabûn, di pêvajoya diyalogê ya 2013-2015’an de li gelek bajaran goristan hatibûn avakirin. Lêbelê bi dawîkirina vê pêvajoyê ji aliyê AKP’ê ve, ev goristan hatin bombekirin û bi wesayîtan hatin rûxandin. Yek ji van goristanên hatine rûxandin jî “Şehîdgeha Cûma Bilîkî û Binevş Edessa” ya li gundê Sipîndarokê yê Şirnexê bû ku gora Cîhan Uluş (Yilmaz Xorto) ku kurê Fatîme Uluş e jî lê bû. Goristana ku di 2013'yan de hatibû çêkirin, di 11’ê Cotmeha 2015’an de di êrişa leşkeran a li ser goristanê dîwarên derdora goristanê, mizgeft û mêvanxaneya ku ji bo îbadetê hatibûn çêkirin bi temamî hatin rûxandin. Leşkeran dar û kulîlkên ku li derdora goristanê hatibûn çandin jî ji kokê ve rakirin. Di nav van 11 salan de bi navê “herêma ewlehiya leşkerî” destûr nehat dan ku ziyaret ji bo goristanê pêk werin. Heta ku Fatîme Uluş perçeyekî ji bergora kurê xwe Cîhan Uluş dît.
WÊNEYEK BÛ HÊVÎ
Cîhan Uluş ê ku di 17’ê Adara 1978’an de li gundê Sevdîllî yê navçeya Elbistan a Mereşê ji dayik bûbû, ji ber zextên siyasî di salên 1987-89’an de li pey 5 xwişk û birayên xwe çû Ewropayê. Dayik Fatîme Uluş ku nekarî li ber hesreta zarokên xwe berxwe bide, di sala 1996’an de çû Ewropayê. Cîhan Uluş ê ku li gelek welatên Ewropayê tevli xebatên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, di sala 1999’an de ji bo berteka li dijî komployê, navên du gundiyên xwe yên ku berê di şer de jiyana xwe ji dest dabûn, navên Yilmaz û Xorto girt û tevli PKK’ê bû. Uluş ê ku di 31’ê Adara 2006’an de di pevçûneke li Cûdî de bi 3 hevalên xwe re jiyana xwe ji dest da, malbata wî di 7’ê Nîsana 2006’an de ji bo stendina cenaze hatin navçeya Silopiyayê lê hewldanên wan bêencam man. Malbatê ji ber ku tu agahî ji cenazeyan nestend, serî li Komeleya Mafên Mervan (ÎHD) da û ji navçeyê veqetiya. Di salên piştre de ji bo dîtina gora ku cenaze lê hatibû veşartin malbatê serî li gelek rêyan da, lê ev hewldan jî bêencam man.
Lêgerîna malbatê piştî 20 salan bi encam bû, perçeyekî bergorê ku di medyaya dijîtal de hatibû parvekirin. Kirêdarê Sultan Yakişan a ku xwişka Cîhan Uluş e, li Strazburgê di sepana TikTokê de wêneyê bergorê dît û vê yekê bû sedema rêwîtiya malbatê. Sultan Yakişan a ku diyar kir wan ev parvekirin di 27’ê Kanûna 2025’an de dîtine, destnîşan kir ku dêya wan di wê dîrokê de li nexweşxaneyê tedawiya dil û KOAH’ê didît û piştî ku wêneyê dîtiye rewşa wê ya tenduristiyê ber bi başiyê ve çûye û jê re gotiye ku dîtina gorê daxwaza wê ya dawî ye. Piştî vê yekê 4 xwişk û birayan gotin ku ger rewşa wê baş bibe dê wê bibin Cûdî. Xwişk û bira Mehmet û Hasan Uluş û Elîf û Sultan Yakişan di 27’ê Tîrmehê de ev soza xwe pêk anîn û bi karavanekê, ligel cîhazên bêhnstandinê yên diya xwe, ji Strazburgê bi rê ketiye. Em jî tevli rêwîtiya malbatê ya piştî Cizîrê bûn ku di nav 6 rojan de 4 hezar û 600 kîlometre rê hatibûn û em bûn şahidê çend saetên vê rêwîtiya dirêj.
DI RÊ DE ZÊMAR
Fatîme Uluş a ku di nav karavanê de li ser nivîna amadekirî dirêj bûbû û bi cîhaza bêhnstandinê bi hezaran kîlometre rê hatibû, gava ku dît ez ji bo çêkirina nûçeyê çûme wir, tiştên ku jiyaye vegot. Fatîme Uluş a ku nexweş a dil, tansiyon û KOAH’ê ye, diyar kir ku dema wêneyê bergora kurê xwe ditiye baş bûye û ji ber hesreta dîtina wê bi rojan e xew neketiye çavên wê. Fatîme Uluş ku tiştên di rê de jiyaye bi zimarên bi Kurdî û Tirkî strî, destnîşan kir ku wê 12 zarok welidandî û 5 zarokên xwe ji ber nexweşiyê winda kiriye. Fatîme Uluşê diyar kir ku hevjînê wê Tacîm Uluş di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest daye û got ku hevjînê wê bi salan hewldan daye ku goreke kurê wan Cîhan Uluş hebe û bi vê hesretê jiyana xwe ji dest daye. Fatîme Uluşê anî zimên ku salek berê li gumrukxaneya Îzmîrê bi hinceta "propagandaya rêxistinê" hatibû binçavkirin, lê ji ber temenê wê yê mezin û nexweşiyên wê bi hinceta "nikare li girtîgehê bimîne" hatibû berdan.
KÎLOMETREYA DAWÎ
Ji ber ku derketina bi karavanê re ji bo Cûdî ya ku me bi sohbetê berê xwe dabûyê dijwar bû, em neçar man ku karavanê li qada Gelîyê Hirçê bihêlin. Me rêwîtiya xwe bi alîkariya karkerên ku di kanên komirê de dixebitin, bi wesayîtên guncaw dewam kir. Lêbelê ji ber ku rêya kîlometreyekê ji ber lehiyê zerar dîtibû, bi wesayîtan derketina goristanê pêkan nebû. Ji ber ku hewce bû nêzîkî du kîlometreyan bi meşê derkevin, derxistina Fatîme Uluş ne pêkan bû. Fatîme Uluş ku bi piştê hewl hat dayîn ku nêzîkî sed metreyî bê hilgirtin, ji ber tengbûna dilê wê li cihê ku lê bû hat hiştin. Me Fatîme Uluş a ku karîbû 4 hezar û 600 kîlometre bê, li dû xwe hişt û bi zarokên wê re em çûn ser goristanê. Ziyareta yekem ku piştî 11 salan ji bo goristanê hat kirin, bû xwedî kêliyên mişt hestiyarî. Perçeyên hesinî yên li goristana bi temamî hatî rûxandin, ji aliyê cerdevanan ve hatibûn dizîn û firotin.
‘HEMÛ BIRAYÊN MIN IN’
Xwişk û birayên ku di nav gorên rûxandî de li perçeyekî bergora birayê xwe digeriyan, bertek nîşanî rûxandina goristanê dan. Elîf Yakişanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Bila goristan ji nû ve bêçêkirin. Yên ku li vê goristanê ne hemû birayên min in, hemû Cîhan in. Rêya aştiyeke birûmet di van goristanan re derbas dibe. Êdî bila kes nemire. Van dayikan ji vê janê rizgar bikin. Gora birayê min li vir e lê ez nizanim kîjan e. Em bi hezaran kîlometre hatin lê dêya min li quntara çiyê ma û nekarî derkeve vir. Hemû nirxên welat li vir veşartî ne. Rexmî her tiştî em aştiyê dixwazin.”
Xwişk û birayên ku piştî lêgerîneke dirêj bergora ku navê birayê wan li ser nivîsîbû dîtin, nekarîn hêsrên çavên xwe bigirin. Xwişk û birayên ku bergor bêhn kirin û ramûsanîn, telefonî dêya xwe kirin û bi rêya vîdeoyê bergor nîşanî wê dan. Li ser vê yekê demek dirêj hêsir hatin rijandin û zêmar hat gotin.
‘EM AŞTIYEKE BIRÛMET DIXWAZIN’
Piştî dîtina bergorê, birayê mezin ê Cîhan Uluş, Hasan Uluş qala serboriya rêwîtiyê kir û wiha axivî: “20 sal in me gelek hewldan dan lê me gora wî nedît. Dêya min nexweş bû, em bi karavan û alavên taybet ketin rê. Zehmet be jî me goristan dît. Remxî her tiştî em hatin. Dilê dêya min teng bû û nekarî derkeve vir. Me bergor dît. Bila malbatên din jî werin vir û goristanê ziyaret bikin. Em aştiyeke birûmet dixwazin.”
Xwişk û birayan ji hemû gorên ku li goristanê bû kulmek ax kom kirin û ji dêya xwe re birin. Fatîme Uluş ev ax bêhn kir û zêmar got. Malbat bi ax û kevirên ku ji goristanê kom kiribûn re ji Cûdî veqetiya û berê xwe da Mereşê. Ax û kevir wê di bîrdariya sembolîk de ku ji bo Cîhan Uluş li gund hatî çêkirin de werin danîn.
‘ME BÊHNA WÎ STEND’
Di rêya vegerê de dayika Fatîme Uluş hestên xwe anî zimên û ev tişt gotin: “Rexmî her tiştî ez hatim cihê ku gora kurê min lê ye. Min bêhna wî stend. Êdî ez dikarim bi dilrehetî bimirim. Ji ser min barekî mezin rabû, ez rehet bûm. Mafê hemû dayikan heye ku mîna ku dixwazin hembêz bikin, bêhna gorên zarokên xwe bikişînin kezaba xwe. Min ji goristanê ax girt û ez ê heta nefesa xwe ya dawî wê bêhn bikim. Serê min bi kurê min bilind e. Dema ji min re got ‘ez ê herim’, min got her e welat biparêze. Ez bi wî serbilind im. Ger goristan bê çêkirin, rê bê çêkirin û ez nemirim, ez ê saleke din dîsa werim. Vê carê ez dixwazim gora kurê xwe hembêz bikim û bêhna wî hê zêdetir bikişînim hinava xwe.”
MA / Emrullah Acar