STENBOL - Endamê OHD’ê Vedat Çagirtekîn diyar kir tehliyenekirina girtiyên nexweş li dijî xala 3’yemîn ê PMME’yê ye û got ku bi projeyê re divê verastkirineke înfazê ya di asta reformê de bê çêkirin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 335 kes nexweşên giran in û 230 kes jî nikarin bi tenê jiyana xwe bidomînin. 105 girtî jî her gav hewcedarî piştevaniya tibî ne.
Li aliyekî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk berdewam dike û li aliyê din nediyariya rewşa girtiyên nexweş berdewam e. Rêxistinên maf û hiqûqê destnîşan dikin ku di çarçoveya pêvajoyê de tehliyeya girtiyan girîng e. Endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Vedat Çagirtekîn, ser rewşa girtiyên nexweş axivî.
SERLÊDANÊN JI GIRTÎGEHAN
Çagirtekîn diyar kir ku gelek serlêdan ji bo komeleya wan têne kirin, binpêkirinên di serlêdanan de wiha rêz kir: “Nebûna paqijiyên qewiş û wesayîtên ringê, sînorkirina keyfî ya mafê derketine hewşê dibin sedema pirsgirêkên cuda yên tenduristiyê. Pirê caran ji ber ku li girtîgehan xebatkarên têrker nînin, mafê derketina hewşê an jî mafê werzişê nayê bikaranîn. Gelek kes ji bo ku rastî lêgerîna nava dev neyên, daxwaza sewqkirina nexweşxaneyê nakin. Girtiyan di wextê xwe de dernaxînin revîrê. Bi mehan têne rawestandin û piştî mehan dikarin derkevin revîrê. Dîsa li nexweşxaneyan rewşa bi kelemçekirina girtiyan li ser nivînê jî ji bo girtiyên nexweş pirsgirêkeke cidî çêdike. Ev sepan ne li gorî rûmeta mirovahiyê ye. Xwarin gelekî kêm tê dayîn. Ji ber bikaranîna qawişê hem wek serşok, hem wek tuwalet û hem jî wek qada jiyanê, serlêdanan ji bo me tên kirin ku ev rewş dibe sedema pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê.”
‘VERASTKIRIN KÊM IN’
Çagirtekîn diyar kir ku li gorî xala 16’an ê Qanûna Înfazê ya derbarê girtiyên nexweş de divê kesên nexweş li girtîgehê nemînin, anî zimên ku tevî raporên ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve têne dan jî, ji ber "rayeya biryarê" ya ku ji dozgerên komarê re hatî dan, di sepandinê de astengî derdikevin holê û wiha pê de çû: “Qanûnên înfazê bêtir ji bo pêkanîna tevdîrên ewlehiyê ye, ne ku li ser bingeha mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê tê çêkirin. Dema ku nirxa bingehîn a ku divê qanûn biparêze mafên mirovan û rûmeta mirovahiyê be, qanûnên înfazê yên li Tirkiyeyê hatine derxistin bêtir tevdîrên ewlehiyê dihesibînin û tenê sepanên ji bo cezayê û înfazkirina cezayê dihewînin.”
‘LI DIJÎ QANÛNA NÊVDEWLETÎ YE’
Çagirtekîn anî ziman ku girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin û tehliyeya girtiyan “lezgîn” û “pêwîst” û got: “Tehliyeya girtiyên nexweş ên giran, li dijî xala 3’yemîn ê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.”
XEBATÊN AMEDEKARIYA RAPORÊ
Çagirtekîn got ew wek OHD bi rengekî birêkûpêk ziyaretan ji bo girtîgehên li gelek cihên Tirkiyeyê dikin û bi girtiyan re hevdîtinan dikin û diyar kir ku binpêkirinên ku diqewimin têne raporkirin û ji bo binpêkirinên derbarê gihîştina mafê tenduristiyê ya girtiyên nexweş de jî serlêdanên hiqûqî dikin.
REWŞA GIRTIYÊN NEXWEŞ DI QANÛNA ÇARÇOVEYÎ DE
Çagirtekîn behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û destnîşan kir ku piştî qanûna çarçoveyî divê ji bo girtiyên nexweş verastkirinên diyarkirî yên infazê bên çêkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê verastkirineke înfazê ya di asta reformê de bê çêkirin. Divê sepan jî biguhere. Ez têgeha reformê ji ber vê yekê bi kar tînim. Lewre dema em dinêrin, di rewşek ku qanûn neyê sepandin tenê di meriyetê de be ne xwedî wate te. Ji ber vê yekê divê hiqûqeke înfazê ya di asta reformê de bê çêkiirn. Bi taybetî di xala gihîştina mafê tenduristiyê de divê verastkirinên derbarê girtiyên nexweş de bihewîne. Herihw divê rê li ber wê yekê jî bê girtin ku taloqkirina înfazê tenê bi raporên ATK’ê ve bê girêdan. Divê raporên tenduristiyê yên ku ji nexweşxaneyeke dewletê ya bi rêkûpêk an jî ji nexweşxaneyeke zanîngehê hatine stendin jî bên qebûl kirin û li gorî vê yekê rê li ber berdana girtiyên nexweş bê vekirin. Li Tirkiyeyê rewşa girtiyên nexweş ne tenê pirsgirêkeke hiqûqî ye, di heman demê de pirsgirêkeke civakî, mirovî û wijdanî ye jî.”