SÊRT - Piştî betalkirina biryara îmarê ya Newala Qesaba, qeyûm vê carê jî plan dike ku avahiyên cemaweriyê bibe wê herêmê. Sekreterê Şaxa Sêrtê ya TMMOB’ê Firat Şîmşek diyar kir ku divê Newala Qesaba wekî cihekî bîrê bê parastin.
Newala Qesaba ku li navenda bajarê Sêrtê ye, yek ji wan herêman e ku qurbaniyên êrişên li dijî Kurd û Ermenan bi komî tê de hatine veşartin. Biryara rêveberiya qeyûm ê tayînkirî yê Şaredariya Sêrtê ya ku dîsa Newala Qesaba ji bo îmarê vekiribû, bi doza Odaya Plansazên Bajar a Amedê ya girêdayî Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) ku bi hinceta dijberiya "Rêveberiya Çêkirina Planên Mekanî" vekiribû, ji aliyê Dadgeha Îdareyê ya Sêrtê ve hat betalkirin. Tevî ku biryar hat betalkirin jî avahiyên li herêmê hebûna xwe didomînin. Dîsa veguhestina saziyên cemaweriyê bo wê herêmê jî di rojevê de ye.
Sekreterê Nûnertiya Yekitiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) Firat Şîmşek, têkildarî Newala Qesaba ku "cihê bîra civakî" ye û veguhestina saziyên cemaweriyê yên ku tê payîn bibe herêmê axivî.
Şîmşek bi bîr xist ku "Li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, di wê serdemê de gelek kesan di cînayetên kiryar nediyar de jiyana xwe ji dest dane, bi darê zorê hatine windakirin an jî aqûbeta wan bi salan nehatiye zelalkirin" û got ku bi pêvajoyê re, destpêka serdemeke nû hêviyê çêdike.
Şîmşek diyar kir ku Newala Qesaba bi salan e di bîra civakî de wek cihê ku bi cinayetên kiryar nediyar tê bîranîn cîh girtiye û wiha axivî: "Dema ku tê gotin Newala Qesaba, em ne tenê behsa cihekî li Sêrtê dikin, di heman demê de behsa bîra xwe ya hevpar dikin. Hewldana tunekirina cihekî wekî Newala Qesaba ku cînayetên kiryar nediyar bi bîr dixe û bûye yek ji cihên girîng ên bîra civakî, tê wateya înkarkirina dîrokê, êşên hatine kişandin û dersên ku divê ji wan bêne derxistin."
QEYÛM JI ÎMARÊ RE VEKIR
Şîmşek destnîşan kir ku li gelek welatên cîhanê cîhên ku êş tê de hatine jiyîn vediguherin muzexaneyê, qada bîrdariyê an jî cîhên û wiha pê de çû: "Bi vê yekê re, bêyî ku raborî bê jibîrkirin, ji bo ku heman êş dubare nebin hişmendiya civakî hat çêkirin. Wek TMMOB daxwaza me jî ew e ku pêşniyarên TMMOB'ê ji aliyê teknîkî, civaknasî û çandî ve li ber çavan bêne girtin. Lewre TMMOB di vê mijarê de avahiyeke girîng e ku berjewendiya cemaweriyê diparêze. Diviyabû Newala Qesaba ji îmarê re nehatibûya vekirin. Lêbelê di sala 2023’yan de di serdema qeyûm de guhertina planê hat kirin û emsal hat zêdekirin. Bi vê guhertinê re rêya çêkirina avahiyên 5 û 8 qatî hat vekirin. Rêveberiya şaredariyê ya ku piştî hilbijartinên xwecîhî yên 31'ê Adarê hat ser kar, ev biryara di sala 2023'yan de hatibû dayîn bi hinceta ku dijî prensîbên mekanî û qanûnên avahiyê ye betal kir. Piştî ku dîsa qeyûm li ser şaredariyê hat tayînkirin, xebatên plana îmarê ya revîzyonê hatin destpêkirin."
Şimşek anî ziman ku li ser vê yekê wek TMMOB bi riya saziyên eleqedar îtirazên xwe kirine û biryar birine dadgehê û biryara rawestandinê hatî dayîn. Şîmşek got ku piştî vê biryarê li Newala Qesaba avahiyeke nû çênebûye û axaftina xwe wiha domand: "Lêbelê bi cihanîna daxwaza edaletê ya malbatên mexdûr û parastina bîra civakî girîngiyeke mezin vedihewîne. Ji ber vê yekê divê pêvajoya çareseriyê teqez bi edaletê bê tacîdarkirin."
Erdê herêmê ji bo avakirina avahiyan ne guncaw e. Yek ji sedemên bingehîn ên dayîna biryara rawestandina me ew bû ku lêkolînên jeolojîk nehatibûn kirin. Ji ber ku ger lêkolînên pêwîst bihatibûna kirin dê derketibûya holê ku erd ji bo avakirina avahiyan ne guncaw e. Ji ber vê yekê di vê qonaxê de mixabin ne pêkan e ku em bibêjin ev herêm dikare bi temamî bê parastin."
‘DIVÊ WEK CIHÊ BÎRÊ BÊ PARASTIN’
Şîmşek diyar kir ku daxwaza wan a bingehîn ew e ku Newala Qesaba wekî cihekî bîrê bê parastin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev der dikare bi statuyeke bi vî rengî bê tescîlkirin û bibe cihekî bîrê û bîra civakî zindî bihêle. Bi vê yekê re hem raborî tê parastin hem jî bîreke girîng a civakî ji bo nifşên paşerojê re tê veguhestin."