Rojev 'qanûna çarçoveyê ye': Kurd azadiya Rêbertiya xwe dixwazin VİDEO NUÇE

Parve bike:

SÊRT - Welatiyên Sêrtê têkildarî 'qanûna çarçoveyê' nêrînên xwe vegotin û diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixawzin. 

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi armanca çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin û niha bala her kesî li ser 'qanûna çarçoveyê' ye û tê payîn were parlamentoyê. Welatiyên Sêrtê têkildarî qanûnê nêrînên xwe anîn ziman. 
 
Welatiyan giran meşandina pêvajoyê rexne kirin û bendewariyên xwe ji qanûnê wekî naskirina ziman û çanda Kurdî, berdana girtiyên siyasî, bidawîkirina tayînkirina qeyûman û bi taybetî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin.
 
Welatiyan diyar kir kirin ku azadiya Abdullah Ocalan dixwazin û dema Rêbertiya wan azad bû wê demê tê wateya gavavêtinê.