FEMENA: Talîbanê 17 jin revand
- Jin
- |
- 4 Tebax 2026 12:59
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - FEMENA ragihand ku li Heratê di 5 rojên dawî de 17 jin ji aliyê Talîbanê ve hatin revandin.
Li bajarê Heratê ya Afganistanê operasyona serdagirtinê ku jinan dike armanc, fikarên li ser sînordarkirina azadiya jinan a li qadên giştî zêde dike. Rêxistina femînîst a bi navê FEMENA ragihand ku Talîban berpirsyarê binpêkirinên berfireh ên mafên mirovan e û piştrast kir ku Talîbanê di pênc rojên borî de herî kêm 17 jin girtine.
Rêxistinê destnîşan kir ku Talîban ji destpêka serdegirtinê ve li Heratê revandinan berdewam kiriye û wiha got: “Ji bo girtina jinan a ji deverên cuda yên bajêr, wesayît, dewriye û endamên jin ên Wezareta Pêşvebirina Fazîletê û Pêşîlêgirtina Xerabiyê tên bikaranîn. Li gorî çavkaniyên herêmî yên ku bi rêxistinê û Ravi Zan Media re axivîne, di pênc rojên borî de 17 jin ji deverên kombûna bazirganî yên wekî Leylamî Market, Gor Darwaz û Almas Şarq ên li Heratê hatine revandin. Her çend jinên hatine girtin serpoş û rûpoş li xwe kiribûn jî, lê endamên jin ên ‘polîsên exlaqî’ (polîsên olî) berî ku bi hincetên cûrbecûr ên ‘binpêkirinan’ wan bibin, cilên wan di bin perdeyan de diçirandin.”