Ji dengbêjan banga aştiyê: Bila klamên me ne ji bo êşê, ji bo şahiyê bin VÎDEO NÛÇE
- Çand û Huner
- |
- 4 Tebax 2026 14:19
- |
XARPÊT - Dengbêjên ku banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin, gotin: “Êdî em dixwazin di berhemên xwe de ne êşê, şahiyê bistrên.”
Dengbêjên ku tevli Festîvala Xweza û Çandê ya Depê ya 2026’an ku ji aliyê şaredariyê ve li navçeya Depê yaXarpêtê hatibû lidarxistin bûn, banga xwedîderketina li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kirin.
Dengbêj Hediye Alkan, Heyderê Pasûrî, Hekîmo û Xalê Rustem destnîşan kirin ku di pêkanîna aşitiyê de divê dengbêj înîsiyatîfê bigirin û wiha axivîn: “Êdî em dixwazin di berhemên xwe de ne êşê, şahiyê bistrên. Em dixwazin bi reng, ziman û çanda xwe vê pêvajoyê biser bixin. Em dixwazin dengbêjiya aştiyê bikin. Aştî bedewî ye, azadî ye, demokrasî ye. Wekî dengbêj em ê di berhemên xwe de aştiyê biqîrin.”
MA / Fethî Balaman