Haniy Karasû hat oxirkirin

Parve bike:

SÊWAS - Cenazeyê Haniy Karasû,  li gundê wê Karapinarê ya girêdayî navçeya Gurun a Sêwasê hat definkirin.

 
Dayika endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasû Haniy Karasû di 31'ê Tîrmehê de ji ber nexweşiyê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Çanakkale, li heman nexweşxaneyê ji ber têkçûna fonksiyonên gelek organan jiyana xwe ji dest da.
 
Piştî karûbarên nexweşxaneyê û merasîmeke ku li Cemxaneya taxa Esenler a Çanakkaleyê hat lidarxistin, cenazeyê Xanê Karasû ji bo gundê wê yê li Sêwasê hat veguhestin. Hejmareke zêde ya mirovan beşdarî merasîma cenazeyê ya li gundê Karapinarê ya navçeya Gurunê bûn. Piştî dua û merasîmê, Haniy Karasû li goristana gund, li kêleka hevjînê xwe Hidir Karasû hat definkirin.
 
Hat ragihandin ku malbata Haniy Karasû dê sê rojan li Cemxaneya Gundê Karapinarê sersaxiyê qebûl bike.