ROJEVA 5’Ê TEBAXA 2026’AN

Parve bike:

* Rojnamevan Dogan Cîhan diyar kir ku li Sûriyeyê nîqaşên "qanûna çarçoveyî" yên li Tirkiyeyê ji nêz ve têne şopandin û got: “Pêşveçûna erênî ya vê pêvajoya dîrokî, dê tevkariyê li çareseriya astengiyên li vir û li destpêka qonaxa duyemîn bike.”

 
* Aktivîstên TJA'yê diyar kirin ku hişmendiya mêrserwer dibe sedema zêdebûna qetlîamên jinan û daxwaz kirin ku qanûn werin sepandin û dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn.
 
* Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan li dijî rewşa Aydin Oguz ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê lingê wî şikestiye û ji ber ku ferzkirina “lêgerîna di nava dev de” qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nayê kirin bertek nîşan da û diyar kir ku serlêdanên wan ên ji bo Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bêencam mane.
 
* Delal Gunel a ku ji ber neebûna xizmeta bi Kurdî nekaribû karta xwe ya ÎETT’ê ya windabûyî bide betalkirin, her çend bi têkoşîneke hevpar tevkariyê li zêdekirina Kurdî ji bo ALO 153’yê kiribe jî, dixwaze zimanê wê yê dayikê di hemû saziyan de bê bikaranîn.
 
* Li Amedê bi beşdariya sazî û dezgehan têkildarî “qanûna çarçoveyî” dê li Hêwana Konferansê ya Tahîr Elçî daxuyaniyê bê dayîn. (11. 30) ZINDÎ