Hişmendiye mêrserwer jinan dike hedef: Banga ‘Qanûnê bisepînin’

Parve bike:

ÊLIH - Aktİvîstên TJA'yê diyar kirin ku hişmendiya mêrserwer dibe sedema zêdebûna qetlîamên jinan û daxwaz kirin ku qanûn werin sepandin û dawî li polîtîkaya bêcezahiştinê bê anîn.

 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê tundiya zilam û qetlîamên jinan zêde dibin, rêxistinên jinan daxwaz dikin ku bi taybetî Peymana Stenbolê û hemû peymanên navneteweyî yên ku mafê jiyanê yê jinan diparêzin bi temamî werin sepandin. Li gorî çeteleta tundiyê ya meha Hezîranê ya JINNEWS'ê, herî kêm 29 jin ji aliyê zilaman ve hatine qetilkirin, 14 jin û 2 zarok jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê komkujiyên jinan yên ku zêde dibin de axivîn.
 
POLITÎKAYA BÊCEZAHIŞTINÊ
 
Dîcle Erdemê diyar kir ku cinayetên jinan nikarin weke bûyerên takekesî werin nirxandin, ev tişt encama pergala mêrserwer e û ev tişt got: “Di bingeha vê de pergala mêrserwer, politîkayên bêcezahiştinê û mekanîzmayên ku her carê nikarin jinê biparêzin hene. Mixabin jin îro di her qada jiyanê de ji bo jiyaneke azad û wekhev têdikoşin. Lê pergala mêrserwer her carê bersiva vê têkoşînê bi tundiyê dide. Nebûna cezayê têr a ji bo faîlan ve û nebûna politîkayên bibandor ên pêşîlêgirtinê, mixabin pêşiya tundiyê û qetlîaman vedike.”
 
‘DIKARIN PÊŞÎ LI CÎNAYETÊ JINAN BIGIRIN’
 
Nurten Uzumcu diyar kir ku di sala 2025'an de mirinên bi guman ên jinan ji qetlîamên jinan derbas bûne û wiha axivî: “Dema em li daneyên hatine eşkerekirin dinêrin, em dibînin ku cinayetên jinan herî zêde ji aliyê zilamên nêzî wan ve têne kirin. Îro saziyên ku berpirsiyarên parastina jinan e, piraniya caran bin navê 'parastina yekitiya malbatê' jinan dîsa dişînin ew hawirdora ku li wir tundiyê dibînin. Lêbelê parastin tenê bi biryara dûrxistinê sînordar nîne. Divê piştgiriya hiqûqî, derûnî û civakî ji jinan re bê dayîn û endamên malbatê yên di bin gefê de ne jî tevli çarçoveya parastinê bibin. Cinayetên li Êlihê û herî dawî li Şemzînanê kuştina Gulşen Gezer û malbata wê ji aliyê çawîşê pispor Musa Gezer ve ku di qonaxa berdanê de bûn, careke din nîşanî me hemûyan da ku ji bo jinan rîska herî mezin pirî caran ew dema ku di têkiliya tundiyê de dixwazin veqetin, rû dide. Daxwaza jinan a ji bo veqetandinê ji aliyê hin faîlan ve weke gefek li ser desthilata wan tê dîtin, ev encam jî mixabin bi cinayetên jinan bi dawî dibe.”
 
GAVÊN KU DIVÊ WERIN AVÊTIN
 
Naciye Yanmazê anî ziman ku ji bilî dûrxistina jinan ji hawirdora ku tundiyê li wir dibînin, divê ew bi rêya stargehan, navendên şêwirmendiyê û rêxistinên jinan werin piştgirîkirin û got: “Qanûn hene lê nayên bicîhanîn. Mekanîzmayên dûrxistina zilam ji malê û parastina jinê bi xurt nayên xebitandin. Stargehên ku jin dikarin lê bisitirên, navendên şêwirmendiyê û arestekririna rêxistinên jinan gelek girîng in.”
 
Naciye Yanmazê destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina cînayetên jinan tenê derxistina qanûnan ne bes e û hişmendiye baviksalarî di polîtîkayên dewletê de jî xwe dide der û got: “Mêr mafê birêvebirina jinê di xwe de dibîne. Heta ku ev zehniyet neguhere pêşîlêgirtina li cînayetên jinan ne pêkan e. Ger dewletê qanûn bi awayekî cidî bicî bianiya, îro ewqas jin nedahatin qetilkirin.”