RIHA - Rojnamevan Dogan Cîhan diyar kir ku li Sûriyeyê nîqaşên "qanûna çarçoveyî" yên li Tirkiyeyê ji nêz ve têne şopandin û got: “Pêşveçûna erênî ya vê pêvajoya dîrokî, dê tevkariyê li çareseriya astengiyên li vir û li destpêka qonaxa duyemîn bike.”
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de tê payîn ku pêşnûmeya "qanûna çarçoveyî" ya di bin navê "Xurtkirina Piştgiriya Neteweyî û Yekparebûna Civakî" pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin. Tê payîn ku ev verastkirina qanûnî ne tenê li Tirkiyeyê, li hemû Rojhilata Navîn jî bandorê bike. Nexasim geşedanên derbarê çareseriyê de yên ku dê deriyê guherînê li Iraq, Îran û Sûriyeyê ku axa Kurdistanê jî di nav de ye vekin, li van welatan jî bi mereq têne şopandin.
PEYMANA 29’Ê ÇILÊYÊ
Rojnamevan Dogan Cîhan ê ku geşedanên herêmê ji nêz ve dişopîne, derbarê bandorên gengaz ên pêşnûmeya qanûnê yên li ser Sûriyeyê axivî. Cîhan, peymana ku di 29'ê Çilêyê de di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de hatibû îmzekirin bi bîr xist û ev tişt got: “Di çarçoveya vê peymanê de 7 meh in li herêmê di mijarên leşkerî-ewlehî, îdarî û gelek mijarên din de di navbera Rojava û Şamê de hevdîtin têne kirin û gav têne avêtin. A rast di vê pêvajoya 7 mehan de em gelek caran bûn şahidê gavên ku ji bo sepandina peymanê dihatin pêşbînîkirin nehatin avêtin û hatin derengxistin. Nelihevkirin, astengî û aloziyên li qadê, di vê pêvajoya 7 mehan de bûn rewşên ku em pirî caran pê re rû bi rû man.”
BANDORA TIRKIYEYÊ
Cîhan anî ziman ku Tirkiye bi taybetî li Sûriyeyê hem di warê siyasî hem leşkerî hem jî di warê aborî de li ser Ahmed Şara xwedî bandor e û wiha pê de çû: “Tirkiye pirsgirêka Kurd di dîrokê de weke mijareke xwe ya navxweyî dibîne, hewl dide parçeyên din û welatên ku ew bi wan ve girêdayî ne jî li ser bingeha polîtîkayên xwe kontrol bike. Ev rewşa serweriyê bi taybetî di serdemên AKP’ê de diyardetir bû. Di sala 2018’an de tevgerên leşkerî yên Tirkiye û grubên SMO yên girêdayî wê ku bi Efrînê dest pê kirin û bi Serêkaniyê û Girê Spî re berdewam kirin û heta îro hatin, di esasê xwe de polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê tînin ziman. Ji ber vê yekê, her çend peymana 29’ê Çilêyê di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û HSD’ê de hatibe îmzekirin jî, Tirkiye jî weke aliyekî tevli peymanê bû. Tirkiye, ji hesasiyetên xwe yên di xala pêkanîna peymanê de bigire heta li berçavgirtina politîkayên xwe, bi bandora xwe ya li ser hikûmetê û Şara, tevli peymana 29’ê Çilê bû.”
RENGVEDANA ÇARESERIYÊ LI ROJAVA
Cîhan destnîşan kir ku her gavek ku li Tirkiyeyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bê avêtin ji bo Sûriye û Rojava jî girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serdemên ku di pêkanîna peymana 29’ê Çilêyê de xitimandin rû didan, di pêvajoya li Tirkiyeyê de jî xitimandin rû didian. Pêvajoyeke ku di nav hev de bi rêve diçû, rû da. Mînak, tayînkirina rêveberiyên herêmî ji bo demek dirêj meya, ji aliyê Şamê ve tayînkirin nedihatin erêkirin. Çawa ku li Tirkiyeyê hatina qanûna çarçoveyê ya ji bo Meclisê hat nîqaşkirin, tayînkirina rêveberiyên herêmî jî hat erêkirin. Gelek tayînkirin û gavên din jî bi pêvajoya ku li Tirkiyeyê berdewam dike re bi hevre bi rêve çûn.”
Cîhan bal kişand ser qanûna ku dê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bê derxistin li Sûriye û Rojava bi erênî tê pêşwazîkirin û diyar kir ku hem siyasetmedar hem jî gel piştgiriyê didin pêvajoyê û wiha axivî: “Ji bo ku Kurd tevli pêvajoya çêkirina Destûra Bingehîn bibin ku tê payîn piştî temamkirina pêkanîna peymana 29’ê Çilêyê dest pê bike, divê rewşa li Tirkiyeyê di aliyê erênî de pêş bikeve. Tê diyarkirin ku ev tişt dê rêya pêvajoyeke nû ya siyasî ku li Sûriyeyê dest pê bike, veke. Qanûna ku li Tirkiyeyê tê derxistin, weke geşedaneke ku rêya pirsgirêk û xitimandinên heyî yên li Sûriyeyê veke tê dîtin. Bandora Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê tê zanîn û tê payîn ku ev bandor dê bi qanûna heyî re guherîneke erênî biafirîne. Pêvajoya li Tirkiyeyê ji vir jî weke rojeva yekem ji nêz ve tê şopandin.”
‘PÊVAJOYA LI SÛRIYEYÊ DÊ BI LEZ PÊŞ VE BIÇE’
Cîhan anî ziman ku gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî jî girîngiyê dide pêvajoya ku li Tirkiyeyê û ji nêz ve dişopîne û di axaftina xwe bi dawî kir: “Pêşveçûna erênî ya vê pêvajoya dîrokî, dê tevkariyê li çareseriya astengiyên li vir û li destpêka qonaxa duyemîn bike. Herwiha girîngiya deriyê sînor ê Nisêbîn-Qamişlo tê zanîn. Ev derî hem di warê aborî de hem jî ji bo civaka ku bi salan e malbat û xizmên xwe nedîtine gelek girîng e. Her kes dizane ku vekirina vî deriyê, bi pêvajoya siyasî ve girêdayî ye. Di vê çarçoveyê de mirov hem piştgiriyê didin geşedana pêvajoyê hem jî pêşveçûna pêvajoyê mirovan kêfxweş dike.”
MA / Omer Akin