MERSÎN - Parlamenterê DEM Partiyê Bozan li dijî rewşa Aydin Oguz ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê lingê wî şikestiye û ji ber ku ferzkirina “lêgerîna di nava dev de” qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nayê kirin bertek nîşan da û diyar kir ku serlêdanên wan ên ji bo Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê bêencam mane.
Aydin Oguz ê ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresunê tê ragirtin, di 19'ê Tîrmehê de dema werziş dikir lingê wî şikest. Oguz di 21'ê Tîrmehê de di axaftina bi rêya telefonê ya bi malbata xwe re de binpêkirinên mafan ên ku jiya ne vegot. Li gorî agahiyên ku malbata wî ragihandine, hat zanîn ku piştî hevalên Oguz agahî dane, ew rakirine revîra girtîgehê, piştî tedawiya yekem a li revîra girtîgehê sewqa Oguz a ji bo nexweşxaneyê hatiye kirin, lê leşkeran “lêgerîna di nava dev de” lê ferz kirine û ji ber ku vê ferzkirinê qebûl nekiriye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.
NABIN NEXWEŞXANEYÊ
Malbatê diyar kir ku Oguz ji leşkeran re gotiye: “Mesele ger ewlehî be, ez li cem we kuxiyam û ez dikarim li cem we avê jî vexwim. Lêbelê ez vê lêgerîna we ya di nava dev de qebûl nakim.” Hat ragihandin ku Oguz ê ku lingê wî şikestiye, rojek paşê dîsa ji bo tedawiyê çûye revîra girtîgehê û ji aliyê bijîşkê revîra girtîgehê ve ji bo lingê wî ê şikestî nivîsa “sewqa lezgîn” hatiye nivîsandin û ji bo sewqê hatiye ber derî, lê dîsa ji ber ferzkirina leşkeran a “lêgerîna di nava dev de” sewqa wî hatiye astengkirin. Malbatê ragihand ku lingê Oguz ji roja ku şikestiye heta niha bi cawê birînê hatiye pêçan û tenê gopalek dane wî.
Oguz di axaftina telefonê ya herî dawî ya di 31'ê Tîrmehê de ku bi malbata xwe re, diyar kir ku wî hîn jî nebirine nexweşxaneyê, krema ku dabûnê qediyaye û êdî krem jî nadinê û got ku hewl dide tenê bi danîna qeşayê ya li ser lingê xwe yê şikestî êşê kêm bike.

Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Alî Bozan ji bo tedawiya Oguz diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê demeke dirêj e ji ber ferzkirina “lêgerîna di nava dev de” girtiyan sewqî nexweşxaneyê nakin û nikarin bigehîjin mafê tenduristiyê û wiha pê de çû: “Oguz piştî kontrola li revîra girtîgehê bi lezgînî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Lê ji bo Oguz ê ku diviyabû sewqî nexweşxaneyê biba, ji aliyê cendirmeyan ve ferzkirina ‘lêgerîna di nava dev de’ lê hatiye kirin. Cendirme di dema ferzkirina ‘lêgerîna di nava dev de’ de ji Oguz dipirse: ‘Tenduristiya te an rûmeta te?’ Aydin Oguz jî li dijî vê yekê gotiye ‘Bêguman rûmeta min’ û ji ber ku ferzkirina ‘lêgerîna di nava dev de’ qebûl nekiriye nebirine nexweşxaneyê.”
SERLÊDAN BÊENCAM DIMÎNIN
Bozan diyar kir ku di 18 rojan de ji bo tedawiya girtî Oguz hem bi rêveberiya girtîgehê re hem jî bi Wezareta Dadê re hevdîtin kirine, pêşniyarpirs dane Wezareta Dadê û dîsa serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê dane lêbelê hîn jî tu encamek negirtine.
Bozan ê ku derbarê hevdîtina xwe ya bi Wezareta Dadê re agahî da wiha axivî: “A ku Wezaretê gotî ev bû: ‘Bijîşkê me yê girtîgehê jixwe girtî sewqî nexweşxaneyê kiriye. Ewlehiya derve ne di çarçoveya girtîgehê de ye. Ewlehiya derve bi cendirmeyan ve girêdayî ye.’ Mîna ku cendirmeyên ku ewlehiya derve diparêzin cendirmeyên dewleteke din bin. Di heman demê de em dizanin dema Wezîrê Dadê yê heyî hat ser peywirê gotibû ku ew ê ‘Xeta Alo Edalet’ ava bikin. Lê li girtîgeheke girêdayî Wezareta wî, 18 roj in girtiyekî ku lingê wî şikestiye di girtîgehê de tê ragirtin.”
'LÊGERÎNA DI NAVA DEV DE ÎŞKENCE YE'
Bozan agahiyên herî dawî yên ku ji malbata Oguz girtiye jî parve kir û gotin xwe wiha bi dawî kir “Di destpêkê de kremek dane Aydin Oguz û piştî ku ev krem qediyaye êdî krem nedane wî. Lêgerîna di nava dev de îşkence ye. Lêgerîna di nava dev de li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Ev tişt ne tenê li Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ye. Li gelek girtîgehan îşkenceya lêgerîna di nava dev de tê ferzkirin. Divê dawî li îşkenceya lêgerîna di nava dev de bê anîn û mafê girtiyan ê tenduristiyê bê dabînkirin.”