Ji 16’ê Gulanê vir ve agahî ji Hîwa Nabîzadeh ê Rojhilatî nayên wergirtin

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hîwa Nabîzade yê ku dihat îdîakirin ku xwestiye ji Edîrneyê derbasî Yewnanistanê bibe û winda bûye, ji 16’ê Gulanê vir ve agahî jê nayê wergirtin. Malbata wî dixwaze ku aqûbeta zarokê wan bê ronîkirin.

 
Hiwa Nabîzade yê ji Rojhilat ku nêzî 2 sal berê hatibû Tirkiyeyê û di hala fêkî û sebzeyan de dixebitî, di 16’ê Gulana 2026’an de li gel komek hevalên xwe ku ji 7 kesî pêk dihat, xwest ji ser Çemê Merîçê derbasî Yewnanistanê bibe. Di encama mudaxeleya yekîneyên sînor ên Tirkiyeyê de 6 kes ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin girtin, lê Nabîzade nehat dîtin. Li gorî cihê dawî ku Nabîzade ji malbata xwe re şandiye, ew 100-200 metre dûrî Çemê Merîçê ye. Her çend tê texmînkirin ku Nabîzade di Çemê Merîçê de winda bûye jî, aqûbeta wî hêj ne diyar e.
 
TIRKIYEYÊ BERSIV NEDA
 
Piştî agahîdarbûna ji windabûna Hiwa Nabîzade, bavê wî Abdollah Nabîzade meha borî hat Tirkiyeyê û serî li saziyên fermî da. Malbatê di heman demê de li Yewnanistanê jî serlêdanên pêwîst kir. Dema ku Tirkiyeyê bersiv neda serlêdanên malbatê, Yewnanistanê jî bersiva "Nabîzade li welatê wan nîne" da. Malbata ku daxwaza ronîkirina aqûbeta Nabîzade dike, banga piştevaniyê kir.
 
'GOTIN TÊWERÎ AVÊ BÛYE'
 
Birayê Hîwa Nabîzade ku li ser bûyerê agahî da Ajansa Mezopotamyayê, got: “Birayê min nêzî 2 salan li Tirkiyeyê li herêma Hasanlar di karê fêkî û sebzeyan de dixebitî. Vê carê dîsa ji bo xebatê hatibû. Lê ez nizanim kê ew îqna kir ku biryara çûyîna Ewrppayê da. Di 16’ê Gulanê de bi balafirê ji Tehranê hat Tirkiyeyê. Paşê ji Tirkiyeyê derbasî Edirneyê bû. Li Edirneyê 7 kes bûn; sisê ji wan Îraqî, dudu Efxanî, ciwanekî din ê Îranî û birayê min Hîwa. Dema ku digehêjin herêma sînor, sînorê Tirkiye-Yewnanistanê, berî ku bigehêjin avê hemû tên girtin. Lê birayê min li gel wan nayê dîtin, di nava wan de nîne. Li gorî gotina Îraqiyan, polîsan ji wan re gotiye 'Ew zarok (Hîwa) li ku ye?' Polîsan gotiye 'Têwerî avê bûye'. Ez heta saet 01.00’ê şevê bi wî re axivîm. Piştî wê pewendiya me bi temamî qut bû.”