Noqarên ku li Gulistan Doku digeriyan hatin girtin

Parve bike:

AMED - Du noqarên ku di dema lêgerîna li bendavê ya ji bo Gulistan Doku de cih girtibûn bi sûcê "guhertina delîlan" hatin girtin.

 
Di dosyeya Gulistan Doku de ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê hat wîndakirin, pêşveçûneke nû rû da. Du noqarên ku ji aliyê waliyê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ve hatibûn erkdarkirin û beşdarî xebatên lêgerînê yên sala 2020'an bûbûn di avê de not û meqesek dîtibûn, hatin girtin.
 
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ve hatibû destpêkirin de, her du noqar jî sewqî dadgehê hatin kirin û bi sûcê "guhertina delîlan" hatin girtin.
 
ZABITNAMEYA JI ALIYÊ NOQARAN VE HATÎ TOMARKIRIN
 
Di zabitnameya ku ji aliyê her du noqarên ku girêdayî Yekîneya Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Miduriyeta Emniyeta Xarpêtê bûn, di bendavê de di dema lêgerîna li b Gulistan Doku ev îfade cih digire:
 
“Di dema lêgerîna ku ji aliyê tîma lêkolîna binê avê ya Miduriyeta Emniyeta Xerpêtê ve di 8'ê Çileya 2020'an de, saet dora 11:45'an, li nêzîkî Pira Dinar a li herêma Aktulukê hatibû kirin de, perçeyên kaxezê yên şilbûyî û bi hev ve hatibûn dîtin; di nav van de reçeteyeke bijîşkî ya bi navê Gulistan Doku ku bi rêya barkoda wê dihat naskirin û perçeyek ku tê de hevoka ‘zexta psîkolojîk li ser me tê kirin’ hebûn. Perçeyên navborî wekî delîl hatin hesibandin û ji aliyê tîmê ve radestî personelên Şaxa Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Miduriyeta Eemniyetê hatin kirin û emniyetê jî diyar kiribû ku ev zabitname, ji aliyê wan ve hatiye teslîmgirtin û îmzekirin. (9'ê Çileya 2020'an, saet 12:40)”
 
Ew zabitnameya ku hatibû tomarkirin piştî ku ji aliyê mirovên pispor ve hat lêkolînkirin wiha hate gotin: "Tu kaxiz bi tu rengî 14 metreyan noqî bin avê nabe û dê li ber avê biçe."
 
Hat eşkerekirn ku li gorî rapora mirovên pispor ev mirovên noqar tevli lîstika bendavê y 220 rojan a Tucay Sonel bûne û hem malbat û hem jî raya giştî bi mehan mijûl kirine.