Ji Bahçelî carekê din banga ‘mafê hêviyê’

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “mafê hêviyê” bê qebûlkirin û gotina xwe ya berê dubare kir ku gotibû: “Divê Selahattîn Demîrtaş vegere mala xwe, her du Ahmet vegerin ser peywira xwe û Ocalan jî ji mafê hêviyê sûd werbigire.”

 
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî têkildarî pêvajoyê axivî. Bahçelî bersiva pirsên Gerînendeyê Giştî yê Ajansa Nûçeyan a Mîllet Sînan Burhan da û anî ziman ku divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “mafê hêviyê” bê qebûlkirin û Bahçeli wiha got: “Ev îmzeya ku me avêtiye bin qanûna çarçoveyi, bila bixêr û xweşî be. Bi vê îmzeyê biratiya me ya hezar salî careke din hat tescîlkirin. Bi Kurd û Tirkên xwe ve, ziman û nasnameya wan çi dibe bila bibe, herkesî qezenc kir. 86 milyon welatiyên me û gelên Rojhilata Navîn qezenc kir. Di heman demê de gava yekem a xerakirina projeyên kûrewî jî hat avêtin. Ev proje projeyeke dewletê ye. Meclisa me di vê mijarê de însiyatîfa pêwîst girtiye ser milê xwe. Dewleta me xebatên pêwîst dike. Em ê bi hev re vê pêvajoyê bişopînin.
 
DIVÊ OCALAN JI 'MAFÊ HÊVIYÊ' SÛD WERBIGIRE
 
Min serdana Selahattîn Demîrtaş nekiriye. Lêbelê bi rêya parêzerên wî em bi awayekî birêkûpêk dipeyivin, ez rewş û halê wî dipirsim. Ew jî silavên xwe ji min re dişîne. Têkiliyeke me ya baş heye. Her wiha ez dipirsim ka tu daxwazeke wî heye an na. Me bi Demîrtaş re li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hevdîtin kir û bi hev re xebitîn. Ez dîsa heman tiştî dibêjim. Divê Selahattîn Demîrtaş vegere mala xwe, her du Ahmet vegerin ser peywira xwe û Ocalan jî ji ‘mafê hêviyê’ sûd werbigire. Divê Tirkiye bighîje aramiyê. Armanca me aramiya Tirkiye û herêmê ye.”