AMED - Aktivîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, diyar kir ku divê ‘qanûna çarçoveyî’ azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û hiqûqa aştiyê ku jin dibin kirdeyên damezirîner esas bigire û dê bibin şopînerên sepandina qanûna ku dê bê derxistin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), li Hêwana Konferansa Tahîr Elçî ya Baroya Amedê civîn hat lidarxistin. Nûnerên jin ên sazî û rexistinên civakî yên li bajêr jî beşdarî civînê bûn. Li hêwanê pankarta “Niha dema jinê ye” hat daliqandin.
Metna daxuyaniyê ji aliyê aktivîsta TJA’ye Ayla Akat Ata ve hat xwedin.
Ayla Akat Atayê ev tişt got: “Îro erdnîgariya me û Rojhilata Navîn li ber serdemeke nû ya dîrokî ye. Ji sed salan zêdetir e pirsgirêka Kurd bi polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê tê kûrkirin û êdî çareseriya wê ya demokratîk û siyasî mecbûriyeteke lezgîn e. Qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn bikeve rojeva parlamentoyê jî, divê pêngava qanûnî ya sereke ya vê serdema dîrokî be. Qanûna çarçoveyî ne dawî ye; îfadekirina prensîban ku çareseriya demokratîk, qanûna aştiyê û pêvajoya veguherîna demokratîk dê li ser wan bingeha xwe bigire. Divê ew bibe destpêka serdemeke nû ku tê de bingehên hiqûqî, siyasî û civakî yên civaka demokratîk werin danîn.
Wek TJA, em dizanin ku aştiya mayînde tenê bi avakirina civakeke demokratîk a li ser azadiya jinan pêkan e. Bi afirandina şert û mercên pêşketina civaka demokratîk, serdema pevçûnê li pey xwe hiştin; berpirsyariya me ya bingehîn e ku em jiyana wekhev, azad û birêxistinkirî ya jinan, gelan û hemû beşên civakî misoger bikin.”
BANGA QANÛNA GIŞTGIR
Ayla Akat Atayê banga qanûna giştgir kir û wiha pê de çû: “Di çareserkirina pirsgirêka Kurd û derbaskirina krîzên herêmî de, divê stratejiya aştî û civaka demokratîk a ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiye pêşxistin û perspektîfa azadiya jinan li ber çavan were girtin. Hemû verastkirinên qanûnî yên ku îro têne pêkanîn û nîqaşkirin, divê bi vê perspektîfa civaka demokratîk bêne çareserkirin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo şert û mercên xebat û ragihandinê yên azad û misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî ji bo pêşveçûna pêvajoyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye garantiya qanûnî ya vê rolê divê di qanûna çarçoveyî de hevsengiya xwe ya şênber bibîne.
Di vê xalê de, verastkirinên qanûnî yên ku dê werin çêkirin çawa têne amadekirin, çawa tên bicihkirin û heta çi radeyê dikarin bêyî cudakarî meşrûiyetê û baweriyê di beşên cuda yên civakê de biafirînin, ji bo pêşveçûna pêvajoyê girîng e. Qanûna ku dê were derxistin; divê ji cudahiyên kategorîk dûr, di çarçoveyekê de ku bingeha çareseriyeke demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ava bike. Li şûna nêzîkatiyên teng û ewlekariyê yên ku dê rê li ber pêşveçûna pêvajoyê bigirin, divê xwedî wesfek damezrîner be ku hemû dînamîkên civakê vehewîne, bawerî û edaletê saz bike û rê li ber jiyana hevpar veke.
Pêvajoyên aştî û muzakereyê ne ji perspektîfeke mîlîtarîst, zayendperest û serdestiya mêran in; divê bi nêzîkatiyeke ku jin kirdeyên damezirîner in û xwedî gotin bin, were çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, divê temsîliyeta jinan a wekhev di hemû komîsyonan de bê misogerkirin ku di nav Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de û li ser bingeha civakê bên avakirin. Divê mekanîzmayên jinan ên serbixwe werin avakirin ku jin dê rasterast bibêjin. Divê rêxistinên jinan wek pêkhateya sereke ya pêvajoyê werin qebûlkirin û divê jin di hemû mekanîzmayan de cihê xwe bigirin.
Wek TJA; em ê ji perspektîfa civaka demokratîk a li ser azadiya jinan, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo hiqûqa aştiyê ku jin dibin damezirîner bi paşve gav neavêjin. Em radigihînin ku em ê qanûna ku dê were derxistin û pêvajoyên pêkanînê bişopînin.”
Piştî daxuyaniyê, beşa kursiya serbest dest pê kir. Di kursiya serbest de nûnerên jin ên rêxistin û saziyên civakî diaxivin.
‘BILA RÊBERTÎ JI ÎMRALIYÊ DERKEVE’
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Murvet Demîrê got: “Di vê pêvajoya ku Rêbertiyê dest pê kiriye de em ê hemû cih bigirin. Em ê di komîsyonan de cih bigirin. Ev pêvajo gelekî girîng e. Salek û nîv e em li benda derketina vê qanûnê ne. Asta ku berxwedana 50 salan gihiştiyê, avakirina aştiya birûmet e. Mafê Tirkan çi be, bila mafê Kurdan jî ew be. Me tu carî şer nexwest û em naxwazin jî. Bila Rêbertiyê ji girtîgehê derkeve, bila yên li çiyê werin nav gelê xwe û li vir ji bo gelê xwe bixebitin.”
‘QANÛN DÊ DERÎ VEKE’
Cîgirê Serokê Baroya Amedê Şîlan Çelîk Şîmşek wiha axivî: “Bi destpêkirina pêvajoyê re me xebatên hiqûqî dest pê kir. Me raporek berfireh amade kir û ji partiyên li Meclisê re şand. Îro em dibînin ku ew metna ku her du aliyên pêvajoyê li ser lihevkirine bûye qanûn. Li gorî fikra me ev metn wê deriyekî veke. Em ne li wê baweriyê ne ku bi tenê serê xwe dê bibe çareserî, lê wê derî vebike. Em dikarin bibêjin ku bi piştgiriya civakî çareserkirina vê meseleyê derketiye holê. Dereng be jî gaveke hiqûqî hat avêtin. Ji bo Kurdan çareseriya dawî qebûlkirina mafên xwezayî ne. Divê veger were dabînkirin û meseleya girtiyên di girtîgehan de di qanûnê de were bicihkirin. Divê tecrubeya aştiyê ya Tevgera Jinên Kurd jî bê dîtin.”
‘JI BO AŞTIYÊ EM DENGÊ XWE BILIND BIKIN’
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Suzan Mehmetoglu Aksoy got: “Berî ku pêvajo dest pê bike, me ji bo pêkanîna aştiyê konferansek li dar xistibû. Piştî 8 meh derbas bûn, pêvajo veguherî aştiyê. Wekî ÎHD em bi berdewamî di nav pêvajoyê de bûn. Me belgekirin û raporkirin kir. Me malbatên PKK’iyan û leşkeran anîn cem hev. Wekî ÎHD em ê di pêkanîna aştiyê de xebatên xwe berdewam bikin. Çareseriya meseleya Kurd bi rakirina binpêkirinên ku çêbûne re pêkan e. Em jin divê ji bo aştiyê dengê xwe hîn bêtir bilind bikin. Divê komîsyonên heqîqet û hevûbûnê werin avakirin. Di pêvajoyên ku jin tê de tune ne de, serkeftina pêvajoya aştiyê zehmet dibe. Dengê jinan dê di vê pêvajoyê de hebe. Wekî ÎHD em ê bibin şopdarên qanûnê.”
‘EM Ê JI BO GAVAN TÊBIKOŞIN’
Li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê ya Amedê Yildiz Ok Orak axivî û ev tişt got: “Ji bo avakirina Civaka Demokratîk avêtina gavên qanûnî girîng e. Divê ku desteya şopandinê ya ji jinan pêk tê bê damezirandin. Wekî KESK em bi salan e ji bo pêkanîna aştiyê li qadan e. Bi OHAL’ê re 2 hezar û sed hevalên me hatin îxrackirin. Ji sedî 30’yê wan jin bûn. Bi awayekî neheq û nehiqûqî hatin îxrackirin. Beşek ji wan vegeriyan, beşek ji wan venegeriyan. Em ê di pêkanîna aştiyê de berpirsiyariyê li xwe bigirin. Gava yekem a rêya bi hezaran kîlometreyî hat avêtin. Ji bo gavên din jî werin avêtin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.