AKP ji bo 'qanûna çarçoveyî' li Meclisê civiya
- Polîtîka
- |
- 5 Tebax 2026 12:17
- |
ENQERE - Civîna AKP’ê ya girtî ku bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efgan Ala û Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler pêk hat bi dawî bû. Hat zanîn ku AKP, dê pêşnûme xwe ya qanûnê li Meclisê eşkere bike.
Koma AKP’ê ya Meclisê bi rojeva pêşnûmeya qanûna çarçoveyî ya ku navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” lê hatiye kirin û dê pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin, civiya. Civîna AKP’ê ya girtî ku bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê AKP’ê Efgan Ala û Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdullah Guler pêk hat û nêzî saetî berdewam kir, bi dawî bû. Hat zanîn ku di civînê de têkildarî pêşnûmeya qanûnê parlamenter hatine agahdarkirin.
Dihat payîn ku piştî civînê pêşnûmeya qanûna bê pêşkêş kirin lêbelê AKP û MHP dê pêşnûme qanûnê di daxuyaniya çapemeniyê de ji raya giştî re eşkere bike.