DEM Partiyê pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyî’ îmze kir

Parve bike:

ENQERE - DEM Partiyê qanûna çarçoveyî ya navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” lê hatiye kirin û tê çaverêkirin îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê be kirin, îmze kir.

 
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, endamên Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar, Rêveberiya Koma DEM Partiyê û endamên Komîsyona Meclisê, qanûna çarçoveyî ya navê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” lê hatiye kirin îmze kir. Tê payîn ku pêşnûme îro pêşkêşî Serokatiya Meclisê bê kirin. Qanûn beriya niha ji aliyê Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî û parlamenterên AKP’ê û MHP’ê ve hatibû îmzekirin.