Vegera koçberên Serêkaniyê hate taloqkirin

Parve bike:
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Koçberên Serêkaniyê daxuyand ku vegera 647 malbatên koçberên Serêkaniyê ji bo hefteya bê hatiye taloqkirin.
 
Rayedarên Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji ANHA’ê re anîn ziman ku vegera koma destpêke ya koçberên Serêkaniyê, ji ber rewşa rêxistinî û lojistîkê, hatiye taloqkirin. 
 
Her wiha komîteyê da zanîn piştî ku amadekarî bi dawî bibin, dê dema vegera koçberên Serêkaniyê diyar bikin û ragihînin.