Hevserokê KONGRA-GEL Kartal: Mercên Rêber Apo pîvana diyarker e

Parve bike:

STENBOL - Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal derbarê qanûna çarçoveyî de axivî û diyar kir ku derxistina qanûnê gava yekem e ku deriyê pêvajoyê vedike û got: “Statu, mercên jiyanê û mercên xebatê yên Rêber Apo pîvana diyarker e.”

 
Pêşnûme qanûna çarçoveyî ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dihat payîn xalên wê di çapemeniyê de hat weşandin. Ji bo ketina meriyetê ya vê verastkirina qanûnî ku ji 12 xalan pêk tê û dê roja Înê di komîsyonê de, roja Yekşemê jî di Lijneya Gîştî de bê gotûbêjkirin û bibe qanûn; dê şertê tespît û teyîdê yê Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî pêwîst be ku ka hemû rêxistinên bi PKK/KCK'ê re girêdayî, xwe fesix kirine û çek bi temamî hatine danîn an na. Heke ev şer bic hatibe, di çarçoveya pêşnûmeyê sûcên ku hatine diyarkirin tê pêşbînkirin ku taloqkirina lêpirsîn, darizandin û biryarên cezakirinê dê bên taloqkirin. Bi vê veraskirinê re, kesên ku berî sala 2005’an cezayê muebeda girankirî lê hatî birîn an jî sûcên ku cezayê muebeda giran hewce dikin kirine, li derveyî çarçoveya qanûnê hatine hiştin. Cihnegirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêvajo dabû destpêkirin û banga dîrokî kiribû di nav vê qanûna çarçoveyî de, bû sedema bertekan.
 
 
Hevserokê Kongreya Gel a Kurdistanê (KONGRA-GEL) Remzî Kartal derbarê qanûna çarçoveyî de ji ajansa me re axivî.
 
‘PÎVANA BINGEHÎN NÊZIKATIYA LI RÊBER APO YE’
 
Kartal anî ziman ku geşedana pêvajoyê yên praktîkî bi statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Pcalan re têkildar e û ev tişt got: “Heke Rêber Apo di vê pêvajoyê de ne bibandor be, ew bi xwe rasterast bang neke ev pêvajo pêşve naçe. Hem ji bo Tevgera Azadiyê hem jî ji bo gel pîvana bingehîn di nêzikatiya dewletê ya li hemberî pirsgirêka Kurd de, nêzikatiya dewletê ya li hemberî Rêber Apo ye. Statu, mercên jiyanê û mercên xebatê yên Rêber Apo pîvana diyarker e. Heke di vê mijarê de geşedaneke ku baweriyê bide tune be, hîn jî politîkayên ewlehiyê yên berê bibin bingeh, ev rewş ne di Tevgera Azadiyê de ne jî di gel de baweriyê çênake. Belkî di vê gava yekem de hesasiyetên raya giştî ya Tirkiyeyê hatibin raçavkirin û biryareke wiha hatibe dayî. Verastkirina derbarê sûcên ku berî sala 2005’an cezayê girtîgehê yê muebeda giran hewce dikin de, di pileya yekem de Rêber Apo û rêveberên asta bilind eleqedar dike. Weke min gotî belkî di gava yekem de hesasiyetên raya giştî hatine raçavkirin û wiha hatibe nirxandin. Lêbelê divê ev yek di pêvajoya pêş de bi qanûnên din û gavên din ên ku werin avêtin re teqez bê çareserkirin. Divê saziyên rayedar ên dewletê û Meclis di vê mijarê de gelekî zelal bin. Weke gel û tevger em wiha lê dinêrin. Lewre di vê mijarê heke de geşedanek çênebe, vegerên li Tirkiyeyê û beşdarbûna pêvajoya qanûnî-demokratîk dikare rûbirûyî pirsgirêkên cidî were. Ji ber vê yekê em verastkirina heyî weke biryareke di cih de nabînin. Di pêvajoya pêş de, di gavên piştre de em hêvî dikin û li bendê ne ku ev yek bê guhartin. Em li gorî vê bingehê de nêzî bûyerê dibin.”
 
‘EM LI BENDE SEPANDINA MAFÊ HÊVÎYÊ NE’
 
Kartal gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî yên derbarê “mafê hêviyê” de bi bîr xist û wiha pê de çû: “Birêz Bahçelî gotibû ‘Bila Rêber Apo bê, di Meclisê de biaxive, xwe îfade bike.’ Êdî pêvajo gihîşt qonaxa praktîkî. Di vê mijarê de divê tenê bi gotinên Bahçelî re sînordar nemîne. Di pêvajoya pêş de weke gava yekem teqez divê statuya Rêber Apo bê raçavkirin, mercên jiyana azad û xebata azad werin dabînkirin. Êdî em li bendê ne ku ev gotinên Bahçelî di gava duyem de bên sepandin.”
 
DEMÊN LÊPIRSÎN Û DARIZANDINÊ
 
Kartal diyar kir ku demên lêpirsîn û darizandinê dirêj in û wiha dirêjî da axaftina xw: “Ev dem bi rastî jî gelek dirêj in. Em behsa pêvajoyeke dîrokî dikin. Pirsgirêkeke nêzî 100 salî, nexasim ji bo Apo û PKK’ê têkoşîneke nîv sedsalî heye. Niha ev têkoşîn tê xwestin ku bê bidawîkirin û zemîna siyasî, demokratîk wek esas tê dîtin. Ji ber vê yekê astengkirina xebatên di qada siyasetê ya demokratîk de bo salên dirêj, bandorek erênî li pêvajoyê nake, berevajî wê bi neyînî bandor dike. Di qanûnê de hatiye diyarkirin ku ji bo demên 5 û 15 salan piştî 2 salan, ji bo cezayên 20 salan jî piştî 3 salan mirov dikare serlêdana îtirazê bike. Em hêvî dikin û em bawer dikin ku ya rast jî ev e. Li gorî fikra me li şûna 15 salan 2 sal, li şûna 20 salan 3 sal heke serlêdan biencam bibin dê rasttir be. Ez texmîn dikim ev li gorî geşedana pêvajoyê hatine hiştin. Tê fikirîn ku ev yek jî bi raçavkirina hesasiyetên raya giştî ya Tirkiyeyê hatine sazkirin. Em pêvajoyê hem ji bo raya giştî ya Kurd hem jî ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê bi hev re dinirxînin. Ji ber vê yekê em çêker nêzîk dibin. Weke ku Rêber Apo jî ifade kirî, ‘Ev ne çareserî ye, Pêngava têketina nav pêvajoya ber bi çareseriyê ve ye.’ Deriyekî vedike.”
 
‘DIVÊ RÊBER APO PÊVAJOYÊ FIÎLÎ KOORDÎNE BIKE’
 
Kartal diyar kir ku di çarçoveya pêvajoyê de kesên ji derveyî welat werin jî wê hebin û got: “Erê, teqez wê ji derveyî welat veger hebin. Çarçoveyeke wiha heye. Lêbelê weke min gotî ji bo vegerên ku ji her qadê bi taybetî ji derveyî welat pêk werin, divê Rêber Apo pêvajoyê bi fiîlî koordîne bike. Ka dê kî werin, dê çend kes werin, veger wê çawa bin mijarên wiha divê koordinasyona wan a giştî ji aliyê Rêber Apo ve bê rêvebirin. Tenê derkexistina qanûnê ne bes e. Herwiha divê bangên Rêber Apo û rêvebirina pêvajoyê jî hebe. Em li benda vê ne. Di vê çarçoveyê de em difikirin ku gavên pêwîst dê werin avêtin.”
 
‘ÊN KU DÊ PÊVAJOYÊ GEŞ BIKE HÊZÊN DEMOKRASIYÊ NE’
 
Kartal axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nirxandinên ku Rêber Apo dê derbarê pêvajoyê de bike ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bingehîn in. Rêber Apo dibêje, ‘Rêya hezar kîlometreyî bi gavekê dest pê dike.’ Ev jî gaveke wiha ye; gaveke ku deriyê pêvajoyê vedike. Lêbelê divê mirov geşedana pêvajoyê tenê bi guhartinên qanûnî, di çarçoveya hikûmet an jî parlamentoyê de nenirxîne. Ev dê bibe çewtiyeke cidî. Ên ku vê pêvajoyê geş bike hêzên demokrasiyê ne. Qanûnên ku werin derxistin jî dê li gorî daxwazên raya giştî şekil bigirin. Di pêvajoya pêş de ji bo verastkirinên demokratîktir û berfirehtir divê qada civakî bê rêxistinkirin, têkoşîna demokrasiyê bê geşkirin. Divê herkes di vê pêvajoyê de pirsa ‘Ez dikarim çi bikim?’ ji xwe bike û xwe bike perçeyekî pêvajoyê. Heke em bikaribin xwe û derdora xwe bi awayekî bandorbar tevli vê pêvajoyê bikin, gavên gelekî mezintir dê werin avêtin.”
 
MA / Hêlîn Ozgun