Komîsyona Edaletê dê roja Înê bicive

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevdîtinên Komîsyona Edaletê yên têkildarî pêşnûme qanûna ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkêşî Meclisê hat kirin dê roja Înê dest pê bike.

 
"Pêşnûme Qanûna Çarçoveyî ya bi sernavê “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin, radestî Serokê Parlamentoyê hat kirin. DEM Partî û CHP'ê jî îmze dan  vê pêşnûmeya ku ji aliyê AKP û MHP'ê ve hatibû pêşkêşkirin.
 
Tê payîn ku pêşnûme di 7'ê Tebaxê de were rojeva Komîsyona Edaletê ya Meclisê û nîqaşên li ser wê dest pê bikin. Eger ji aliyê komîsyonê ve were pejirandin, wê demê pêşnûme dê ji bo nirxandinê biçe ber destê Lijneya Giştî ya Meclisê.
 
Tê çaverêkirin ku pêşnûme heta roja Duşemê bibe qanûn.