ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

Parve bike:

* Festîvala Koxê ku dê piştî 12 salan li Gimgimê bê lidarxistin, Hevşaredarên Gimgimê banga tevlibûnê kirin û destnîşan kirin ku dê di festîvalê de aştiyê bê gotûbêjkirin.

 
* Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ya ji bo Meclisê hatî pêşkêşkirin çarçoveyek e û dê nîqaşkirina wê berdewam bike û têkildarî kêmasiyên wê got: "Ji bo ku di warê azadiyê têr be, divê têkoşîn bê kirin."
 
* Hiqûqnas Salîm Orhan diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê li gel kêmasiyên xwe jî girîng e û got: “Pirsgirêk dê li ser zemîna bêçekkirinê berdewam bike. Ev qanûn derî li vê yekê vedike. Kêm ê lê ne bêwate ye.”
 
* Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, têkildarî geşedanên rojevê dê li navenda partiyê daxuyaniyê bide. (11.30)