MÛŞ - Festîvala Koxê ku dê piştî 12 salan li Gimgimê bê lidarxistin, Hevşaredarên Gimgimê banga tevlibûnê kirin û destnîşan kirin ku dê di festîvalê de aştiyê bê gotûbêjkirin.
"Festîvala Koxê ya Gimgimê" ku navê xwe ji Girê Koxê yê navdar ê Gimgim a Mûşê digire piştî 12 salan tê liadaxistin. Festîvala ku di sala 2015’an de bi hinceta "ewlehiyê" hatibû qedexekirin, dê bi dirûşma "dê aştî bi hêza hunerê bê welatê rojê" tê lidarxistin.
Festîvala ku bi pêşengiya Şaredariya Gimgimê û bi beşdariya rêxistinên civakî ên navçeyê tê lidarxistin, dê di 7-8-9’ê Tebaxê de li Qada Koxê bê lidarxistin. Di festîvalê de li gel konseran, dê panelên li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kiribû, talana ekolojîk û dîroka Gimgimê jî cîh bigirin.
GELEK SIYASETMEDAR, AKTIVÎST Û HUNERMEND DÊ BEŞDAR BIBIN
Dê di festîvalê de aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel, Parlamenterê Îzmirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Parti) û Hevberdevê Komîsyona Ekolojiyê Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Cîhan Aydin, Hevserokê Giştî yê Komeleya Eleviyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, parlamenterên Mûşê Sezaî Temellî û Sumeyye Boz, li gel gelek siyasetmedar û ekolojîstan beşdar bibin. Hunermendên ku dê derkevin ser dikê ev in: Navdar Denîz, Umut Gundyz, Firat Guneş, Bîlge Uygun, Dodan, Eylul Nazlier, Sîpan Xelat, Mizgîn Turhan, Denîz Esmer û Serhado.
Hevşaredarên Gimgimê Giyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya di derbarê festîvala ku piştî 12 salan tê lidarxistin de axivîn û banga beşdariyê kirin.
PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Giyasettîn Aydemîr diyar kir ku ev demeke dirêj e li Gimgimê festîval nayê lidarxistin û ji bo vê festîvalê wan bi rêxistinên civakî re hevdîtin kirine. Aydemîr bal kişand ser pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin û ev tişt got: "Gela Gimgimê û gelê Kurd berxwedaneke mezin da. Pêwîst e aştiyeke birûmet bi dest bike. Ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn aştiyeke birûmet pêwîst e. Wekî gelê Kurd em spasiya rêzdar Ocalan dikin. Pêwîst e em vê pêvajoya wî dest pê kiriye, veguehrînin aştiyek birûmet." Aydemît got ku serlêdanên fermî hatiye temamkirin û banga beşdariyê li gelê Gimgimê û bajêrên derdorê kir.
Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya jî ev tişt anîn ziman: "Em di pêvajoyeke girîng re derbas dibin. Ev festîval ji bo zindîhiştina çand û dîroka me girîng e. Ez bang li jin û ciwanan dikim ku beşdarî festîvalê bibin. Werin em li ser aştiyê biaxivin û zimanê xwe biparêzin."
BERNAME YA FESTÎVALÊ
Festîval dê di 7’ê Tebaxê roja Înê de bi meşeke bi def û zirneyê ji Otogara Navçeyê heta Qada Koxê dest pê bike. Bernameya festîvalê wiha ye:
7’Ê TEBAXÊ
Meşa Destpêka Festîvalê
Ji Otogara Navçeyê heta Qada Koxê meş û destpêka bi def û zirnê.
Saet: 10.00
Vekirina Pêşangehan
Wêne û Pêşangeha Hevbeş a Hunera Nûjên
Cih: Kooperatîfa Jinan a Gimgimê
Di saet 10.30’an de li Kolana Sofularê "Pêşangeha Sûret û Wêneyê " dê vebe û heta dawiya festîvalê dê vekirî be.
Gotûbêj: Wêrankirina Ekolojîk
Panelîst: Esra Işik (aktivîsta ekolojiyê), Çayan Dursun, Dêrsim Gul, Îbrahîm Akin (Parlamenterê DEM Partiyê)
Saet: 14.00 - 15.00
Cih: Baxçeyê Çayê yê Qada Gimgimê
Panel: Di Prsgirêka Kurd de Çareseriya Demokratîk
Beşdar: Sebahat Tuncel (Aktîvîsta TJA’yê), Parêzer Cîhan Aydin (Parêzvanê Mafên Mirovan), Zeynel Kete (Hevserokê Giştî yê DAD’ê)
Saet: 15.00 - 16.00
Cih: Baxçeyê Çayê yê Qada Gigimê
Konsera Destpêkê:
Komîteya Amadekar a Festîvalê
Silavkirina nûnerên saziyên mêvan
Axaftina Ozgur Yetîş Aslan (Serokê VADEF’ê)
Axaftina Hevşaredarên Gimgimê (Gulbahar Kaya - Giyasettîn Aydemîr)
Hunermend: Navdar Denîz, Umut Gunduz, Firat Guneş, Dodan
Saet: 19.00 - 24.00
8’Ê TEBAXÊ
Pêşangeh
Cih: Kolana Sofularê û Kooperatîfa Jinan a Gigmimê
Saet: 10.00
Panel: Komar û Kurd
Beşdar: Erdogan Aydin, Parêzer Sezgîn Tanrıkulu (Parlamenterê Yenî Partî)
Cih: Baxçeyê Çayê yê Şaredariyê
Saet: 16.00 - 17.00
Şahiya Zarokan û Atolyeya Boyaxkirinê
Cih: Qada Koxê
Saet: 17.30 - 18.30
Nîşandana Sînevizyonê
Belgefîlm - Sînevizyona Jeotermalê "Jeotermal Yetti Gari"
Beşdar: Murat Yuksel
Konser:
Hevserokên Navçeya Gimgimê
Sumeyye Boz (Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê)
Sezaî Temellî (Parlamenterê DEM Partiyê yê Mûşê)
Hunermend: Bîlge Rozeyy, Eylul Nazlier, Sîpan Xelat
9’Ê TEBAXÊ
Panel: Ji Sêwasê Heta Îro Têkoşîna Welatparêziyê ya Elewiyan
Beşdar: Mustafa Arslan (Serokê Giştî yê ABF’ê), Latîfe Ulutaş (Berpirsyara Herêmê ya Komeleya Pir Sultan)
Cih: Cemxaneya Gimgimê
Saet: 10.00
Gotûbêj: Rastiya Erdhejê - Di Dîrokê de Gimgim
Beşdar: Îskender Dîlek (akademîsyen), Salîh Cemal
Cih: Baxçeyê Çayê yê Şaredariya Gimgimê
Saet: 15.00 - 16.00
Panel û Dîwana Dengbêjan
Dengbêj: Dengbêj Marûf, Dengbêj Cahît, Dengbêj Selahattîn Guçtekîn, Dengbêj Fahrettîn Guçtekîn
Saet: 16.00 - 18.00
Cih: Mala Dengbêjan - Pasaja Şaredariyê
Konser:
Silavkirina Hevserokên DEM Partiyê yên Mûşê, Hevserokên DBP’ê yên Mûşê û Hevşaredarên Mûşê
Axaftina Hevşaredarên Gimgimê
Hunermend: Mizgîn Turhan, Denîz Esmer, Serhedo
MA / Can Kirbaş