STENBOL - Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê ya ji bo Meclisê hatî pêşkêşkirin çarçoveyek e û dê nîqaşkirina wê berdewam bike û têkildarî kêmasiyên wê got: "Ji bo ku di warê azadiyê têr be, divê têkoşîn bê kirin."
Pêşnûmeya "qanûna çerçoveyî" ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dihat payîn, pêşkêşî Serokatiya Meclisê hate kirin. Pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê, dê roja Înê di Komîsyona Adaletê de û roja Yekşemê jî di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê gotûbêjkirin.
Hiqûqnasê cezayê Ercan Kanar têkildarî pêşnûme qanûnê de axivî.
‘ÇARÇOVEYEKE KÊM HEYE’
Kanar bi bîr xist ku pêşnûme bi navê " Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî" pêşkêşî Meclisê hatî kirin û diyar kir ku ev çarçoveyek e û dê nîqaşkirina wê berdewam bike û ev tişt got: “Xalên diyarkirî ev in; tê fikirîn ku 3 hezar û 500 girtiyên PKK'î serbest bin. Herwiha hatî destnîşankirin ku ji ber cezayê muebedê û muebeda giran darizandin dê neyê kirin. Dê piştî temamkirina înfazê 3 sal serbas be dê bigihîjin mafên xwe yên siyasî. Ev tişt jî hatî destnîşankirin; Abdullah Ocalan û rêveberên astbilind dê ji van mercan sûd wernegirin. Bi vî rengî, ne pêkan e ku ev qanûn xizmeta azadiyê dike. Çarçoveyeke qanûnê ya pir kêm û ne têr heye.”
Kanar pirsî "Di vê qanûnê de divê ewlehî çawa bê fêmkirin?" û axaftina xwe wiha domand: “Têgihîştina ewlehiyê divê her kes bigihîje azadiya wekhev, firehtir û mayinde. Lêbelê hişmendiya ewlehiyê ya qanûna heyî tenê li ser pêşxistin û parastina ewlehiya dewletê ye. Cara ewil ne tenê ji bo 3 hezar û 500 PKK'î, divê efûyeke siyasî ya pir berfireh bê rojevê. Divê pergala cerdevaniyê bê rawestandin. Divê çêkirina qereqolan bê rawestandin. Divê mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bê qebûlkirin. Ji van tu yek di vê qanûna çerçoveyî de nîn e. Herwiha divê bendava di pergala hilbijartinê de bê rakirin. Dîsa divê rêya gerilayên PKK'ê ya ji bo siyaseta berfireh bê vekirin. Divê sepandina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra bingehîn (AYM) bê destnîşankirin. Bi lezgînî divê serbestberdana girtiyên nexweşên giran bê dabînkirin.”
‘DIVÊ TÊKOŞÎN BÊ KIRIN’
“Ji van xalên ku min gotine tu yek di qanûna çerçoveyî ya heyî de tune ye. Tenê behsa berdana 3 hezar û 500 PKK'î û ne darizandina sûcên cezayê muebedê û muebeda giran hatiye kirin. Bêyî vê, tê gotin ku piştî înfaz temam bû û 3 sal derbas bû dê mafên siyasî bistînin û hate destnîşankirin ku Abdullah Ocalan û rêveberên payebilind dê ji van mercan sûd negirin. Divê ew jî sûdê jê wergirin. Divê tiştên min gotin di qanûnê de cîh bigirin. Ev hemû kêmasiyên qanûna çerçoveyî derdixin holê. Ji bo ku di warê azadiyê têr be, divê têkoşîn bê kirin.”
MA / Hêlîn Ozgun