AMED - Hiqûqnas Salîm Orhan diyar kir ku pêşnûmeya qanûnê li gel kêmasiyên xwe jî girîng e û got: “Pirsgirêk dê li ser zemîna bêçekkirinê berdewam bike. Ev qanûn derî li vê yekê vedike. Kêm ê lê ne bêwate ye.”
Xalên pêşnûmeya qanûnê ya bi navê “Qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatibû amadekirin, hat eşkerekirin. Akademîsyenê ku li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê wezîfedar e Salîm Orhan, têkildarî xalên hatî weşandin axivî.
Orhan diyar kir ku beriya her tiştî derketina pêşnûmeya qanûnê û piştgiriya wê girîng e û got ku lêbelê çerçoveya vê pêşnûmeyê ku bi rengekî zêde burokrasiya ewlehiyê tevli pêvajoyê dike, sînordar e û wiha axivî: “Em li bendê bûn ku dê qanûneke sînordar be. Bi giştî ji şîroveyan tu kes ne li bendê bû ku dê qanûneke hemû pirsgirêka Kurd çareser bike derkeve. Ji mînakên cîhanê yê ku ez herî baş dizanim li Îrlandaya Bakur piştî peymana ‘Îna Bixêr’ gelek qanûn li pey hev derketin. Ev jî bi îradeya ku siyaset nîşan bide ve girêdayî ye.”
‘DIVÊ QANÛN HER KESÎ VEHEWÎNE’
Orhan destnîşan kir ku hebûna pêşnûmeya qanûnê bixwe girîng e û wiha pê de çû: “Nexasim bicihkirina bêçekkirinê di çerçoveyeke hiqûqî de girîng e. Hemû endam û rêveberên rêxistinê berê gelek nîqaş kirin. Ez jî wek akademîsyenekî min got ku divê her kesî di nava xwe de vehewîne. Dihat gotin ku dê gav bi gav bibe. Li vir jî gava yekem heye. Li ser kesên ku ji 15 salan kêmtir û ji 15 salan zêdetir ceza li wan hatî birîn, lê mijara kesên ku ceza negirtine û dê bi vê yekê bên sûcdarkirin heye. Rewşa lêpirsîn û dozvekirinê heye. An jî ji bo kesên ceza girtine di vê rewşê de ji bo yên bin 15 salan re demeke kurtir hatiye pêşbînîkirin, ji bo yên 15 sal û ser de jî demeke dirêjtir pêşbînîkirina wan tiştekî gelekî asayî ye. 5 sal zêde ye an 10 sal zêde ye ev dikare bibe mijara nîqaşê. Li gorî min demeke dirêj e. Em jî li bendê bûn ku verastkirineke gav bi gav bê kirin.”
Orhan got ku yek ji xalên herî girîng ên qanûnê, ligel pêvajoya taloqkirina di meseleya 2 sal û 10 salan de ye; kesên ku 5 sal taloq girtibe dê piştî 2 salan, yên 10 sal taloq girtibe dê piştî 3 salan vekirina deriyê tevlibûna siyaseta wan û girtina erkên cuda bixwe girîng e. Orhan diyar kir ku derveyî hiştina kesên beriya sala 2005’an ceza li wan hatî birîn, wek raçavkirina berteka raya giştî hatibû nirxandin û got: "Ji bo ku hinekî nîşan bidin ku ne qanûna efûyê ye, îhtîmal e ku wan ev tişt pêşbînî kiribe."
‘DÊ DERÎ LI ÇARESERIYÊ VEKE’
Orhan got ku ji vir û şûnde tişta girîng ew e ku dê pêşnûme çawa bê sepandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila kes vê yekê paşguh neke. Ji bo ji vir û şûnde ka dê çawa bê sepandin giştîname dê derkevin. Hinek caran hûn qanûnên gelekî baş derdixin lê sepandina wê dikare qanûnê nîvco bike. An jî dibe ku qanûneke gelekî baş nebe lê hûn vê bisepînin dê gelekî biwate bibe. Ev qanûn bê guman dê derî li çareseriyê veke. Giştîname, rêzikname û awayên sepandinê yên ku têkildarî qanûnê de bê derxistin girîng in. Têkildarî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Navxweyî ez bawer dikim ne ku şexs bi şexs ev kesî çek daniye an dananiye, lêbelê li vir ger îradeya siyasî xurt bûbe saziyên ewlehiyê yên peywendîdar ku heta niha yek ji aktorên sereke yên vê pêvajoyê MÎT bû. Kes nikare vê nebîne. Di Meclisê de komîsyonek hate avakirin, gelek gav hatin avêtin lê rêvebirên sereke saziyên ewlehiyê bûn. Yên ku li ser navê dewletê pêvajo bi rêvebirin ev sazî bûn. Heke tespît û teyîrkirina bi lez bê kirin ev qanûn ji destpêkê ve dê bêbandor dibe. Li Îrlandaya Bakur di 1998'an de peyman pêk hat. Di 2007'an de çek çawa hatin binaxkirin, nekete nav hûrgiliyên ku çi hatiye kirin. Dema ku hûn IRA'ya li Îrlandaya Bakur û PKK'ê berawirdî hev bikin, cûdahiyeke mezin heye. Nifûsa Îrlandaya Bakur nêzî 2 milyonî ye. Dema ku IRA bi PKK'ê re bê berawirkirin, PKK rêxistineke gelekî mezin e. Bendewariya 'tesfiyekirin' an 'Pêvajoya bêçekkirinê' ya rêxistineke wiha mezin di demeke gelekî kurt de li gorî min di pratîkê de ne pir rasyonel e.”
Orhan diyar kir ku ji destpêka vê pêvajoyê ve wan gotiye ku hem PKK hem jî pirsgirêka Kurd di demeke kurt de nayê qedandin û got: "Ocalan di Banga 27'ê Sibatê de bi israr got 'em ê vê pirsgirêkê ji rewşa pevçûnê bikişînin ser zemînekî siyasî û hiqûqî'. Di vê qanûnê û verastkirina peywendîdar ên piştre de ber bi vê derê ve gav tê avêtin.”
‘PIRSGIRÊK ÊDÎ DÊ LI SER BÊÇEKKIRINÊ BERDEWAM BIKE’
Orhan bi bîr xist ku li Efrîqaya Başûr ji sala 1994'an ve pirsgirêkên civakî berdewam dikin, li Îrlandaya Bakur peyman di 98'an de pêk hat lê di 2026'an de hîn jî neteweperwerên ku jê re Yekîtîparêzên Îrlandayê tê gotin an jî Katolîk têkoşîna Îrlandayeke giştî dikin. Orhan axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ev pirsgirêk ji zemîna çekdarî derket, hate guhestin ser zemîna hiqûqî û siyasî lê pirsgirêka civakî hîn jî berdewam dike. Îrlanda van têkoşîn û cduabûnên di heman demê de bi lihevkirinê, bêyî ku pev biçin berdewam dike. Heke hêzekê bibînin belkî bixwazin ji hêla siyasî ve Îrlandayeke yekbûyî ava bikin. Dema beravajî vê de israr bikin dikare pevçûneke çekdarî jî pêk bê. Ji ber vê yekê li ser zemînekî gelekî hesas bi rêve dibin. Li vir jî di pirsgirêka Kurd de tu gaveke ku dewletê avêtibe tune ye. Em vî tiştî dibînin lê pirsgirêk êdî dê li ser zemîna bêçekkirinê berdewam bike. Ev qanûn derî li vê yekê vedike. Armanca sereke ya vê qanûnê bêçekkirin e, di pêvajoya bêçekkirinê de şêwaza sepandinê bi qasî vê qanûnê girîng e.”
‘KÊM E LÊ NE BÊWATE YE’
“Ez vê gava yekem girîng û biqîmet dibînim. Ez heyama 6 mehan jî kurt dibînim. Ji sînordakirina ewlehiyê bêtir, dema ku pêwîst be bi taybetî ji bo desteya ku dê bê avakirin li bendê bûm ku saziyên ji STK'an heta saziyên demokratîk û akademiyê jî tevli bibin. Lêbelê ev qanûn kêm ê lê ne bêwate ye.”
MA / Mujdat Can