Aktivîsta TJA’yê Hatîce Başkale: Di pêşnûmeyê de nebûna mafê hêviyê kêmasiyek e

Parve bike:

AMED - Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hatîce Başkale li ser pêşnûme qanûna çarçoveyê axivî û diyar kir ku pêşnûme qanûn hêvîbexş e, lê cihnenedana "mafê hêviyê" kêmasiyek mezin e û got: "Têkoşîna esasî ji niha û şûn de dest pê dike."

 
Xalên qanûna çarçoveyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de dihat payîn, hatin eşkerekirin. Ji bo verastkirina ji 12 xalan pêk tê ya ku dê roja Înê di komisyonê de û roja Yekşemê jî di Lijneya Giştî de dê bibe qanûn bikeve meriyetê, divê Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) tespît û teyîd bike ku hemû pêkhateyên bi PKK/KCK’ê re têkildar xwe fesix kirine û çek bi temamî danîne.
 
Aktivîsta TJA’yê Hatîce Başkaleyê destnîşan kir ku qanûna çarçoveyî ji bo pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka dîrokî û bingehîn a welat e teng e û bersivê nade bendewariyên tevahiya civakê. Hatîce Başkaleyê diyar kir ku divê qanûna çarçoveyî giştgir be û zemîna siyasî ya pirsgirêkê ava bike û ev tişt got: "Em jî vê qanûnê ji bo gava yekem bêguman erênî dibînin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo vê got 'derîvekirin'. Em dikarin bibêjin ku ev qanûn ji bo avakirina civakek demokratîk û aştiyeke mayinde geşedanek hêvîbexş e. Lêbelê, derveyî çarçoveyê hiştina muxatabê esasî rêzdar Ocalan, dê pirsgirêkê her gav zindî bihêle û di rêya aştiyeke rastîn de dê lawaz bimîne. Di çarçoveya rêgeza 'mafê hêviyê' de, muxatabbûna rêzdar Ocalan û ji bo çareseriya bingehîn beşdariya wî ya di vê qanûna çarçoveyî de, mercê herî girîng ê baweriya dualî û aştiya mayinde ye. Ev nehatiye kirin. Ji bo vê yekê, çareseriyeke esasbûna vê qanûna çarçoveyi qels e û qebûlkirina vê yekê ne pêkan e. Wekî ku tê zanîn sermuzakerevan rêzdar Ocalan e. Diçarçoveya vê rastiyê de, danîna pêwendiyê bi civakê re, bi hemû derdoran re û ya herî girîng jî bi tevgera xwe re û ji bo vê yekê vekirina hemû rêyên ragihandinê li ser zemînê qanûnî şertê bingehîn e."
 
‘NE JI DEWLETÊ JI XWE HÊVÎ BIKE’
 
Hatîce Başkale anî ziman ku divê amedekirina mercên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi azadî bijî û bi azadî bixebite di vê verastkirinê de gava yekem a baweriyê be û wiha pê de çû: "Mirov hemû dizanin ku rêzdar Abdullah Ocalan di hemû pêvajoyan de ew aktora diyarker e ku krîz û astengiyan çareser dike. Rastiya Rêbertiyek ku rola wî ev qas diyarker û mezin e, bêyî zemînek qanûnî û hiqûqî dê rola xwe çawa pêk bîne? Ji ber vê yekê, heke ev gava yekem ger zemînek erênî ava bike, divê li ser bingeha azadî û 'mafê hêviyê' ya Rêber Ocalan xeteke têkoşînê ya siyasî û berfireh bê pêşxistin. Lewre Rêber Ocalan rêbertiya vê têkoşînê dike, baweriyê esas digire. Rêgeza 'Ne ji dewletê, ji xwe hêvî bike' esas digire."
 
‘TÊKOŞÎN JI NIHA Û ŞÛN DE DEST PÊ DIKE’
 
Hatîce Başkaleyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Eşkere ye ku dewlet di vê qanûna çarçoveyî de hîn jî ji vê rastiyê dûr tevdigere. Bi têkoşîna demokrasiya civakî re, ev nêzîkatiya dewletê ya kêm dikare bê şikandina. Meseleya esasî û têkoşîna esasî ji niha û şûn de dest pê dike. Bi civak û gelên birêxistinkirî re dê rêya jiyaneke demokratîk û aştiyê li vî welatî bê vekirin. Ji ber ku wekî çarçoveyek giştgir li ser çareseriya pirsgirêkê hûr nebûye, eşkere ye ku hemû pirsgirêkên din ên civakî jî di vê qanûnê de hatine paşguhkirin. Bi dawîkirina pêvajoya pevçûnê, dê zemînek nû ya qanûnî û siyasî û jiyaneke hevpar biafirîne. "