Rojeva sereke ya civîna MGK’ê dê ‘pêvajo’ be

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYAN - MGK, bi seroktiya Serokkomar Tayyîp Erdogan, dicive.

 
Liljneya Netweyî ya Ewlehîyê (MGK), piştî ku pêşnûme qanûna ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşkêşî Meclisê hat kirin, dê saet di 15.30’an de bi seroktiya Serokkomar Tayyîp Erdogan, bicive. 
 
Di çarçoveya pêvajoyê pêşnûmeya qanûnê “Qanûna Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” pêşkêşî Meclisê hat kirin. Pêşnûme sibê dê di Komîsyona Edaletê de bê gotûbêjkirin. Piştî derbasbûna ji komîsyonê, dê ji bo Lijeya Giştî ya Meclisê bê pêşkêşkirin. Pitşî biryara MGK’ê ya têkidlarî çekdanînê dê 12 xalên pêşnûmeyê, bê sepandin. 
 
MGK dê di civîna xwe ya îro de, pêşnûmeya ku dê pêkêşî Meclisê bê kirin û nexşerêya ji vir û şên de gotûbêj bike. Herwiha geşedanên navneteweyî û yên herêmî jî dê di rojva MGK’ê de cih bigire. 
 
Di danezana MGK’êya ku dê piştî civînê bê weşandin de, tê payîn ku cih bide pêvajoyê jî.