Berdevka YPJ'ê: Em ê ji her kesî bêtir xwedî li pêvajoyê derkevin

Parve bike:

RIHA - Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji nêz ve geşedanên li Rojava û Sûriyeyê eleqedar dike û got: “Têkoşîna Rêber Apo kiriye ji bo me jinan wekî ronahiyê ye. Ji ber wê em ê ji her kesî bêtir tevli vê ronahiyê bibin û ji her kesî bêtir xwedî li pêvajoyê derkevin.”

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşnûme qanûna çarçoveyî ya ku dihat payîn, bi îmzeya 360 parlamenteran duh pêşkêşî Serokatiya Meclisê hat kirin. Pêşnûmeya ku bi navê “Qanûna Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” hat Meclisê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêviyên nû afirandin.
 
Berdevka Navenda Ragihandinê ya YPJ’ê (Yekîneyên Parastina Jin) Rûken Cemal, giringiya pêşnûmeya qanûnê ya ji bo gelan û bandora wê ya li ser şoreşa jinan a li Rojhilata Navîn nirxand.
 
‘ÊDÎ PÊDIVÎ BI ÇARESERIYÊN AŞTIYANE HEYE’
 
Rûken Cemalê diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk qonaxekê nîşan dide ku şer lê rawestiyaye, çareserî û aştî lê tên axaftin û ev tişt got: “Gelê Kurd di dumahiya dîrokê de lêgerîna xwe ya jiyana bi aştî û azadiyê de domandiye. Tu carî ji têkoşîna xwe ya wekhevîxwaz û demokratîk gav paşde neavêtiye. Têkoşîneke destanî kiriye. Berdêlên giran dane lê dest ji têkoşîna xwe bernedaye.” Rûken Cemalê bi bîr xist ku çavê hemû gelên Rojhilata Navîn li ser vê pêvajoyê ye û wiha pê de çû: “Lêbelê heta heta niha ji bo gelên Rojhilata Navîn an teslîmiyet an jî tunebûn dihat ferzkirin. Lê bi têkoşîna ku bi salan e tê kirin re îro hatine vê astê. Di serî de gelê Sûriyeyê hemû gelên Rojhilata Navîn ji vî şerî westiyan. Êdî pêdivî bi çareseriyên aştiyane heye. Ji ber vê yekê têkoşîna ji bo wekhevî, azadî û aştiyê gelekî giring e.”
 
‘JI DÊLEVA ŞER, RÊYA AŞTIYÊ’
 
Rûken Cemalê bala kişand ser giringiya hatina pêşnûme qanûna çarçoveyî ya ji bo Meclisê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi felsefeya jiyana azad û civaka demokratîk a Rêber Apo ve hat destpêkirin, ber bi sala xwe ya duyemîn ve diçe. Rêber Apo bi kedeke mezin vê pêvajoyê bi rêve dibe. Ji bo aştiyeke mayinde û civakeke demokratîk kedeke mezin dide. Tevgera azadiyê ji bo vê pêvajoyê gelek gav avêtin. Dîsa gelê Kurd û gelê Tirkiyeyê jî helwêsta xwe ya ji bo vê pêvajoyê bi eşkereyî anîn ziman. Li seranserê cîhanê bi sedan rewşenbîr, nivîskar û bîrmendên ku alîgirê avakirina demokratîk in helwêsta xwe ya li gel pêvajoyê nîşan dan. Hat destnîşankirin ku ev pêvajo, pêvajoyeke gelekî hêja ye. Divê em bi beşdariyeke kolektîf bibin bersiv ji vê pêvajoyê re. Ji dêleva şer de rêyeke alternatîf heye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk îspata vê ye. Ji dêleva şer, rêya aştiyê heye.”
 
‘BALA CIVAKAN LI SER PÊVAJOYÊ YE’
 
Rûken Cemalê bi bîr xist ku li Sûriyeyê di demeke nêz de şerekî mezin li dû xwe hiştine û wiha axivî: “Rexmî hemû pirsgirêkên ku qewimîn jî ger em îro behsa vê geşedanê bikin, ev ne gaveke hêsan e. Ev berhemeke xebateke kolektîf e. Îro bala hemû civakên Rojhilata Navîn li ser vê pêvajoyê ye. Ji ber ku di serî de gelên Kurd, Ermen, Êzidî, Durzî hemû gelên Rojhilata Navîn, vê gava ku li dijî şerên ku digihêjin asta qirkirinê hatine avêtin gelekî girîng dibînin. Gaveke dîrokî ye. Qanûnên ku dê derkevin ji bo ku têkoşîna 50 salan a li dijî pirsgirêkên civakî li ser masê bê çareserkirin gelekî giring in.”
 
‘DESTKEFTIYÊN YPJ’Ê BI SAYA VÊ PÊVAJOYÊ NE’
 
Rûken Cemal diyar kir ku “Qanûnên ku Berpirsiyariya wê ya dîrokî Rêber Apo li xwe girtiye û îro hatiye Meclisa Tirkiyeyê dîrokî ne” û wiha pê de çû: “Gelên Rojhilata Navîn bi sedsalan êşên mezin kişandin û berdêlên giran dan. Her tim bi şeran re rû bi rû man. Ev şerên ku qewimîn hem ji pirsgirêkên navxweyî hem jî ji destwerdanên derve pêk dihatin. Destwerdana derve ya hêzên navneteweyî bû sedem ku Rojhilata Navîn bibe qada şer. Berdêla herî mezin a van şeran gelan da. Em jî wekî YPJ’ê difikirin ku qanûna çarçoveyî dê serdemeke nû bi xwe re bîne. Em dibêjin ku em piştgiriyê didin vê yekê. Îro ger em destkeftiyên YPJ’ê bi qanûnîkirinê re dikin mijara mayindebûnê, ev bi saya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ger ev pêvajo nebûya îro em ê dîsa li eniyan di nav şer de bûna. Gelên me dê dîsa di pêvajoyeke dijwar de bûna. Ji ber vê yekê ev pêvajo rasterast me eleqedar dike. Ji nêz ve geşedanên li Rojava û Sûriyeyê eleqedar dike.
 
‘JIN DÊ HERÎ ZÊDE XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’
 
Ev pêvajo ji bo gelê Kurd ê ku di navbera dewletên netewe de hatine sînorkirin gelekî giringtir e. Hûn nikarin Bakurê Kurdistanê ji Rojava cuda bikin. Hûn nikarin Rojhilatê Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê cuda binirxînin. Di pêvajoya ku me li du xwe hişt de ev ruh bi awayekî xurt xwe nîşan da. Gel, qeyranên ku sînorên dewletên netewe bi xwe re anîn bi têkoşîna xwe pûç kirin. Sînor ji holê rakirin. Me hemûyan bi hev re dît ku jinên Êzidî li Şengalê, jinên Durzî li Siwêydayê, jinên Elewî li peravên Sûriyeyê çi jiyan. Tiştên qewimîn nîşan didin ku di van şeran de yên herî zêde berdêl dane jin in. Ji ber vê yekê ev pêvajo dê herî zêde ji bo jinan destkeftiyan bîne. Gavên ku dê di zemîna hiqûqî de ji bo qanûnan bên avêtin dê destkeftiyên jinan biparêzin. Ev dê ji bo jinan bibe xwedî destkeftiyên mezin.
 
Li Tirkiyeyê bi sedan jinên siyasetmedar ji ber şer û zextên li ser siyasetê di girtîgehan de ne. Bi dehan jinên wekî Fîgen Yuksekdag, Leyla Guven di girtîgehan de ne. Herwiha jin ji ber zextan mecbûr man ku koç bikin. Ji ber vê yekê ev pêvajo di heman demê de dê bibe wesîle ku jin jî tevli Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibin. Ev pêvajo dê ji bo hemû jinan û gelên Rojhilata Navîn bibe aramî. Bi qanûna çarçoveyî ya di Meclisê de dê di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de derbasî qonaxeke nû bibe. Di vê pêvajoyê de astengî û xitimandin dikarin çêbibin. Ya giring ew e ku em karibin pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin. Ev jî destkeftiya herî mezin a vê pêvajoyê ye. Têkoşîna Rêber Apo di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de kiriye ji bo me jinan wekî ronahiyê ye. Ked û têkoşîneke mezin hat dayîn. Bi hezaran hevalên me yên jin şehîd bûn. Ji ber wê em ê ji her kesî bêtir tevli vê ronahiyê bibin. Em ê ji her kesî bêtir xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
 
MA / Omer Akin