Girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan: Dibêjin heta tu nemirî em te bernadin

Parve bike:

MEREŞ - Girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan ê ku 32 sal in di girtîgehê de ye, di axaftina xwe ya dawî ya li ser telefonê de got ku wî xwîn çûye ser mîdeya wî. Bîlecan diyar kir ku ji wî re gotine: "Heta tu nemirî em te bernadin."

 
Girtiyê nexweş Huseyîn Bîlecan ê ku 32 sal in  girtî ye û niha di Girtîgeha Tîpa S a Hejmar 2 ya Sîncanê ya Enqereyê de tê ragirtin, tehliyeya wî bi biryarên Lijneya Îdarî û Çavdêriyê (ÎGK) tê astengkirin. Bîlecan ê ku di sala 1994'an de hatibû binçavkirin û girtin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Devletê (DGM) ya Malatyayê cezayê muebeda girran lê hatibû birîn, di şert û rexmê ku cezayê xwe temam kiribe jî, berdana wî bêyî ku hinceteke şênber bê nîşandan di navbera 3 heta 6 mehan hat taloqkirin. Hatungul Kaşikçi ya ku di 1'ê Tebaxê de bi xalê xwe Bîlecan ê re li ser telefonê axivî, der barê rewşa tenduristiya xalê xwe de axivî.
 
 
Hatungul Kaşikçiyê diyar kir ku xalê wê cezayê xwe xelas kiriye û bal kişand ser kêfîbûna biryarên dirêjkirinê û ev tişt got: "Xalê min 32 sal in di zindanê de ye. Di şert û mercên asayî de dema wî ya 30 salî tijî bû, lê 2 sal in bi hincetên kêfî înfaza wî dirêj dikin. Dibêjin 2 meh, 3 meh, 4 meh, 6 meh û em bi berdewamî bi pêvajoyeke dirêjkirinê re rû bi rû ne. Ji bo me an jî ji parêzerên wî re tu hinceteke hiqûqî û şênber nayê pêşkêşkirin. Tu daxuyaniya wan tune ye, pêvajoyek nezelal heye."
 
‘XWÎN ÇÛ SER MÎDEYA WÎ, HÊZA WÎ NEMAYE’
 
Hatungul Kaşikçi bal kişand ser rewşa Bîlecan ku roj bi roj giran dibe û got ku di axaftina telefonê ya dawî de der barê rewşa tenduristiya xalê xwe de hûrgiliyên metirsîdar parve kirine. Hatungul Kaşikçi diyar kir ku Bîlecan di girtîgehê de xwîn çûye se mîdeya wî û axaftina xwe wiha domand: "Ji malbatê tenê ez im ku dikarim bi rêkûpêk bi wî re biaxivim, pêvajoyên parêzeriyê û rewşa wî dişopînim. Duh roja me ya axaftina telefonê bû; ji me re got ku wî nexweşiyên pir giran derbas kirine û herî dawî xwîn çûye ser mîdeya wî. Êdî hêza wî ya ku nemaye. Xalê min bi zelalî ji me re got, 'Min ji vir bernadin, dibêjin 'Heta tu li vir nemirî em te bernadin'' û bi vê yekê rewşa ku dijî vegot."
Hatungul Kaşikçi xwest ku biryarên taloqkirina înfazê bi dawî bibin û girtiyê nexweş Bîlecan tavilê serbest bê berdan û got: "Em naxwazin ev pêvajo zêdetir bê dirêjkirin. Jixwe ji cezayê ku divê bikşîne zêdetir kişand. Niha daxwaza me tenê ew e ku nexweşiya wî bê raçavkirin û bê berdan. Çend salên ku wê bijî hebin jî, bila bi me re, bi malbata xwe re derbas bike."