Rojnamevan Ahmed Polad 200 roj in girtî ye

Parve bike:

NAVENDA NÛÇEYA - Rojnamevan Ahmed Polad ê ku dema geşedanên li Reqayê dişopand ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Şamê hat girtin, rexmê pevguhertina dîlgirityan jî 200 roj in hêj nehatî berdan. 

 
Ahmed Polad ê ku li Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) û Ozgurt TV dixebite, di 18’ê Çileyê de tevî rojnamevana Alman Eva Maria Michelmann hatin girtin. Eva Maria Michelmann a ku tevî Polad hatibû binçavkirin, piştî pênc mehan di 19’ê Hezîranê de hat berdan. Rexmê pevguhertina dîlgirtiyan di navbera HSD û hikûmeta Şamê,ev 200 roj in Polad girtî ye.
.