ROJEVA 7'Ê TEBAXA 2026'AN
* Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku qanûna çarçoveyî kêm e û ew di sepandina qanûnê de rewşa Abdullah Ocalan girîng dibînin û got: “Em li bendê ne ku şert û mercên Serok Apo tavilê wekî koordinatorê aştî û siyasîbûnê bê verastkirin.”
* Hevserokê DBP'ê yê Wanê parêzer Cemal Demîr diyar kir ku kêmasiyên di pêşnûmeya “qanûna çerçoveyî” de ku ew pêşnûmeyê wekî gaveke girîng di çarçoveya pêvajoyê de dinirxîne û got: “Bi taybetî divê statuya rêzdar Ocalan bi awayekî hatiba zelalkirin. Ji bo gelê Kurd daxwaza herî mezin ev bû.”
* Berdevkê Diplomasiya Ewropayê yê PJAK’ê Zagros Enderyarî diyar kir ku serkeftina pêvajoya li Tirkiyeyê dê li Îranê jî bibe sedem ku pirsên xurttir werin pirsîn û got: “Rêveçûna jidil û adil a pêvajoyê û bernameya hevpar a hevpeymaniya şeş partiyên rojhilatê Kurdistanê bihêz be, dikare di çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li herêmê de bibe destpêka serdemeke nû.”
* Akademîsyenê Îtalî Federico Venturini destnîşan kir ku pêşûmeya qanûnê ji bo rêbirina pêvajoyê li ser zemînekî hiqûqî girîng e. Venturini bal kişand ser “mafê hêviyê” û got ku ev encam bi saya hewldanên Abdullah Ocalan ên ji bo pêşxistina rêyeke siyasî ya wêdetirî şer derketine holê.
* Festîvala Koxê ku li Gimgimê 12 sal bûn bi hinceta "ewlehiyê" dihat qedexekirin, ji nû ve tê pîrozkirin, starta festîvala ku dê 3 rojan berdewam bike îro tê dayîn. (10.00-23.00)
* Festîvala çand û hunerê ya ku ji aliyê Şaredariya Tetwanê ve tê lidarxistin, di roja xwe ya 8’an de bi panel û konseran berdewam dike. (11.00-23.00)