Zubeyîr Aydar: Divê mercên Serok Apo wekî koordînatorê aştî û siyasîbûnê bê verastkirin

Parve bike:

STENBOL - Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku qanûna çarçoveyî kêm e û ew di sepandina qanûnê de rewşa Abdullah Ocalan girîng dibînin û got: “Em li bendê ne ku şert û mercên Serok Apo tavilê wekî koordinatorê aştî û siyasîbûnê bê verastkirin.”

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de xalên pêşnûme qanûna çarçoveyî ji raya giştî re hat eşkerekirin. Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar xalên qanûna çarçoveyê nirxand. Aydar diyar kir ku xala destnîşan dike ku ên beriya sala 2005’an nikarin ji qanûnê sûd wergirin “bi pirsgirêk” e û armanca wê ew e ku kadroyên rêveber ji derveyî vê qanûnê bihêlin.
 
 
Aydar diyar kir ku divê qanûn ne bi hişmendiya ewlehiyê, lê di çarçoveya misogeriya azadî û beşdariya siyasî de bê nirxandin û got: “Ji bo ku pêvajo bi rengekî rêkûbêk birêve biçe, beriya her tiştî divê pozîsyona Abdullah Ocalan û misogeriya hiqûqî pêk were û rêyên siyasetê werin vekirin. Rêxistina me ji destpêkê ve girîngiyeke mezin dide statuya Serok Apo. Vê pêvajoyê tenê ew dikare bi rêve bibe. Di vê mijarê de biryareke giştî heye. Biryara ku di kongreya fesixkirinê de hatî dayîn jî wiha ye. Hikûmet dê di mijara pozîsyona Serok Apo de komîsyonekê ava bike. Spartina pozîsyona Serok Apo ji bo komîsyonekê ne rast e.”
 
‘BÊYÎ SEROK APO NE PÊKAN E’
 
Aydar bal kişand ser beşa qanûnê ku hatî pêşkêşkirin û li ser yên ku çekan datînin e û wiha pê de çû: “Di qanûnê de tê gotin ku yên çekan datînin dê werin, dê wiha bibe. Cihbibihkirin van tiştan bêyî Serok Apo ne pêkan e. Em li bendê ne ku şert û mercên Serok Apo tavilê wekî koordinatorê aştî û siyasîbûnê bê verastkirin. Herwiha di qanûnê de tê gotin, ‘Beriya biryara Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK), MÎT û Wezareta Parastina Neteweyî dê fesixkirina rêxistinê û danîna çekan tespît û teyîd bikin.’ Piştre jî biryara MGK’ê dê bê cîbicîkirin. Ev jî mijareke pir bi nîqaş e. Di vê mijarê de dê teyîdek çawa, rêbazeke çawa dê bibe? Piştî wê dê serlêdan bêne kirin.”
 
MIJARA RAWESTÎNA LI BENDA BIRYARA MGK’Ê
 
Aydar destnîşan kir ku gava qanûn kete meriyetê divê gavên hiqûqî yên derbarê girtîgehan de jî di cih de bêne avêtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema qanûn ji Meclisê derkeve û di Rojnameya Fermî de bê weşandin, divê berdanên ji girtîgehan dest pê bike. Piştre jî yên ji derve dê wek kom, hem ji Başûrê Kurdistanê hem ji cihên din û hem jî ji Ewropayê bêyî ku bê dirêjkirin bikaribana bihata. Lêbelê li bendê rawestîna biryara MGK’ê bi dîtina min mijareke bi nîqaş e.
 
Dema mirov li metna qanûnê dinêre, ez difikirim ku gelek kesên mîna min dê peyamek bi vî rengî fêm bikin: 'Venegerin, ger hûn werin em ê we bigirin'. Her çend em di vê pêvajoyê de ji dil bin jî. Em dixwazin ev pêvajo tavilê bigehîje serkeftinê. Em welatiyên wî welatî ne. Em dixwazin li welatê xwe bi nasname, çand û hemû nirxên xwe siyasetê bikin. Em dixwazin di nav hiqûqê de, di çarçoveya qanûnan de bijîn.”
 
XALÊN ‘BI NÎQAŞ’
 
Aydar gotina Mehmet Agar a “Lê şûna ku li çiyê çekan bi kar bînin, bila li deştê siyasetê bikin” bi bîr xist û got: “Ev qanûn rêya siyasetê bi wî rengî ku em dixwazin venake, divê veke. Li vir hin biryarên ku hatine dayîn hin xal hene. Tê gotin ‘Hinek kes 2 sal, hinek kes 3 sal derbas nebin li ser mafan biryar dikare bê dayîn an jî neyê dayîn.’ Ev xalên bi nîqaş in. Ez dixwazim ku van tiştan hemû di dema hevdîtinên komîsyon û lijneya giştî ya Meclisê de bêne raçavkirin. Hêviya min ew e ku ev bêne verastkirin. Ez xalên qanûnê wekî kontrolên pir tund û di cîbicîkirinê de dê astengiyan derxin, dibînim. Ez li bendê me ku ev jî bêne verastkirin. Bê guman ev mesele bi qanûnekê çareser nabê. Ez vê dizanim. Lê em li bendê ne ku di mijara nasname, çand, ziman û rêxistinbûnê de jî qanûnên din di demeke kurt de di çarçoveya bernameyekê de bêne sepandin.”
 
‘DIVÊ RÊ LI BER EDALET Û VERASTKRINÊN DIN VEKE’
 
Aydar diyar kir ku ew wekî tevger, rêxistin û siyasetmedar di pêvajoyê de ji dil in û qanûn “kêm” dibin û di berdewamiya axaftina xwe de got: “Lê wekî kes min ev qanîn xwend; ez vê kêm û teng dibînim. Erê, kedek hatiye dan, pêşnûmeyek hatiye amadekirin. Lêbelê tiştekî bibêjim: Di pêşnûmeyê de di du cihan de îfadeya ‘rêxistina terorê’ derbas dibe. Ez vê qebûl nakim. Tevgera azadiyê ya Kurdistanê ne tevgereke ‘terorîst’ e, tevgereke azadiyê ye. Em wê qebûl nakin. Li gorî fikra min dê sepandina pêşnûmeyê bipirsgirêk be. Divê zelaltir be. Bê guman ev pêşnûme destpêkek e. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke pir mezin e. Em behsa çareseriya pirsgirêkeke pevçûnî ya zêdetirî sed salan dikin. Di serî de Destura Bingehîn û di gelek qanûnan de guherîn pêwîst e. Divê ev qanûna destpêkê, qanûna bingehîn baş bê nirxandin û rê li ber verastkirinên din veke.”
 
‘DIVÊ KURD DI NAV HIQÛQA WELAT DE BÊNE PÊNASEKIRIN’
 
Aydar destnîşan kir ku Kurd dixwazin bi nasname, ziman û çanda xwe di nav hiqûqê de bijîn û got: “Mesele ev e: Kurd dixwazin bi nasname, ziman û çanda xwe li wî welatî bijîn. Dixwazin di nav hiqûqê de bijîn. Dixwazin xwe rêxistin bikin, siyasetê bikin. Dixwazin vê di nav hiqûqê de, di qada qanûnî de bikin. Ev bi qanûneke, di mehekê an du mehan de ne pêkan e. Lê di nav pêvajoyê de gav bi gav beriya her tiştî divê qedexe bêne rakirin, piştre jî guherînên Destura Bingehîn bêne kirin. Divê Kurd di hiqûqa wî welatî de bêne pênasekirin û mafên wan bêne misogerkirin.”
 
Kurd gelê qedîm ê vê erdnîgarîyê ne. Em bawer dikin ku divê Kurd jî li vir di nav hiqûqê de bikaribin xwe pênase bikin, xwe rêxistin bikin, xwe bi rêve bibin, xwe îfade bikin û li gorî wê bijîn. Em ji bo vê dixebitin û em ê di xebata xwe de berdewam bin. Armanca me ew e ku em bi her kesî re di nav aştî û aramiyê de bijîn. Em naxwazin welat piçûk bikin, em dixwazin mezin bikin. Ev ji bo faydeya me hemûyan e.”
 
MA / Hêlîn Ozgun