3 welatan peyamana parastina hevpar îmze kirin
- Rojane
- |
- 7 Tebax 2026 15:10
- |
ENQERE - Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê "Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê" îmze kirin.
Serokkomar Tayyîp Erdogan, Prensê Erebistana Siûdî Muhammed bîn Selman û Serokwezîrê Pakîstanê Şehbaz Şerîf li Qesra el-Sefa ya li Mekkeyê civiyan. Di civînê de her sê welatan "Peymana Parastina Hevpar a Mekkeyê" îmze kirin.
Li gorî peymanê, heke li dijî yek ji van sê welatan êriş bê kirin, dê wek ku li dijî her sêyan jî hatibe kirin bê hesibandin. Her wiha di peymanê de hat destnîşankirin ku armanc ew e hevkariya parastinê ya di navbera aliyan de di hemû qadan de bê pêşxistin.