Nûnerê DÎSK'ê: Em piştgiriyê didin avêtina gavên demokratîk

Parve bike:
STENBOL- Asalettîn Arslanoglû diyar kir ku Çerçeve Yasa tevahiya welêt eleqedar dike û got ku DÎSK her tim piştgiriyê dide gavên demokratîk. 
 
Pêşnûmeya "Çerçeve Yasa" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat amadekirin, radestî Serokatiya Meclisê hat kirin. Pêşnûme ji 12 xalan pêk tê. Hat ragihandin ku piştî nirxandina wê ji aliyê Komîsyona Edaletê ve, dê roja Yekşemê li Lijneya Giştî ya Meclisê were nîqaşkirin.
 
Nûnerê Herêma Stenbolê yê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger yên Tirkiyeyê (DÎSK) Asalettîn Arslanoglû, derbarê helwesta karkeran a li hemberî Çerçeve Yasayê de ji ajansa me re axivî. 
 
Arslanoglû destnîşan kir ku yek ji nêzîkatiyên bingehîn ên DÎSK'ê ew prensîb e ku dibêje "demokrasî nanê karkeran e" û got: "DÎSK'ê her tim piştgirî daye avêtina gavên demokratîk li welatê me ji bo berjewendiya çîna karker. Lêbelê, aliyekî din ê vê mijarê ew e ku Serokê MHP'ê ku di amadekirina yasayê de rol lîstiye û tê zanîn ku pêşniyara wê kiriye, di civîna koma xwe ya Meclisê de mijar ne di çarçoveya demokrasiyê de, lê di çarçoveya bidawîanîna pevçûneke navxweyî de nirxand. Tewra heger em ji wê perspektîfê jî lê binêrin, em vê çerçeve yasayê wekî gaveke biqîmet dibînin. Ne pêkan e ku karkerên li her derê cîhanê şer bixwazin. Her çend şer xwediyê komeke pir biçûk a serketiyan be jî ku di lîterayurê de wekî 'baronên şer' tên naskirin, her tim aliyekî têkçûyî jî heye. Ew aliyê têkçûyî gel e; li welatê me jî bêguman rewş bi vî awayî bûye. Serokkomar carekê gotibû: 'Ez li vir bang li firoşkarên kartol û bacanê sor dikim: gelo hûn dizanin lêçûna guleyekê çiqas e?' Divê ew fonên ku niha ji bo van guleyan û hewldanên şer tên xerckirin, li şûna wê ji bo mafên perwerde û tenduristiyê yên çîna karker, kedkar, karmendên cemaweriyê û zarokên me bên bikaranîn. DÎSK bêyî ku li şert û mercan binêre, pêşveçûna demokratîk dixwaze û piştgiriyê dide bidawîhatina pevçûnan û encamdana serkeftî ya vê pêvajoyê."
 
‘GAVEKE PIR GIRÎNG’
 
Arslanoglû bilêv kir ku ew ji perspektîfa qada xwe li Çerçeve Yasayê dinêrin û got: “Bêguman kêmasiyên qanûnê hene. Di rewşeke îdeal de, diviyabû qanûnên bi vî rengî ne bi awayekî ewqas girtî bihata amadekirin. Tê îdiakirin ku nêrînên aliyên têkildar ên civakî tên wergirtin. Lêbelê, dema mirov li pêvajoya amadekirinê dinêre, diyar dibe ku herçend ew beşên cuda yên civakê vedixwînin û guh didin wan jî, ew wan tevlî xebata rastîn a nivîsandina metnê nakin. Diviyabû ji bo pêşnûmeyeke ewqas girîng ku hemû Tirkiyeyê û paşeroja wê eleqedar dike di warê baştirkirina metnê de hewldaneke zêdetir bihata kirin. Em hêvî dikin ku hemû aliyên li Meclisê beşdarî nîqaşên zêdetir bibin û kêmasiyên qanûnê di pêvajoya Meclisê de werin sererastkirin. Wekî min got, ev gaveke pir girîng e. Bi taybetî dîtina vê gavê ji aliyê partiyên rastgir ên Tirkiyeyê ve, pêşveçûneke gelek girîng e.”
 
Arslanoglû bal kişand ser pirsgirêkên têkildarî demokratîkbûna Tirkiyeyê û got: "Di qada demokratîk, di warê hilberînê û der barê dabeşkirina adil de pirsgirêkên gelek cidî hene; ev yek ji wan mijarên demokratîk in ku li pêşiya me ne. Eger em bibêjin ku li vî welatî demokrasî an dadperwerî nîne, ev nayê wê wateyê ku nebûna dadperweriyê tenê bi wan waran re sînordar e; li cihên kar jî dadperwerî nîne. Divê em xebatên xwe bidomînin da ku piştrast bikin ku gavên ber bi demokratîkbûnê ve bi awayekî herî guncaw bên avêtin."