ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

Parve bike:

* Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel derbarê qanûna ku bi navê  “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” dê bê derxistin de axivî û got qanûn di mijara vekirina rêya siyaseteke demokratîk de gava yekem e.

* Tahsîn Ulus ê ku yek ji wan dengbêjan e ku Şaredariya Xana Axparê gund bi gund geriya û arşîva wan çêkiriye, diyar kir ku dengbêjiya ku 53 sal e dike ji bo wî evînek e.
 
* Parêzerê Îtalî Ezio Menzione ku pêşnumaya qanûna çarçoveyî wekî gaveke erênî pênase kir, diyar kir ku di hatina pêvajoyê ya vê qonaxê de rola Abdullah Ocalan heye û got ku pêdivî bi çarçoveyeke berfireh a siyasî û civakî heye.
 
* Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hezar Nerexî destnîşan kir ku bi qanûna çarçoveyî re starta pêvajoyeke nû hatiye dayîn û got: “Çi qanûn derkevin jî em ê bangên Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji xwe re esas bigirin.”
 
* Li Gimgimê Festîvala Koxê di roja 3’emîn de dê piştî çalakiyên cihêreng bi dawî bibe. (10.00 – 23.00)