Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê: Çi qanûn derkevin jî em ê bangên Rêbertiya xwe esas bigirin

Parve bike:

ŞIRNEX - Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hezar Nerexî destnîşan kir ku bi qanûna çarçoveyî re starta pêvajoyeke nû hatiye dayîn û got: “Çi qanûn derkevin jî em ê bangên Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji xwe re esas bigirin.”

 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de pêşnûmeqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclisê ve hatie qebûlkirin. Tê payîn ku ev pêşnûme dê pêşkêşî Lijneya Giştî ya Meclisê bibe û bibe qanûn.
 
Li Kurdistanê di salên 1990’î de ji ber şewitandina gundan, zext û sepandina cerdevaniyê bi deh hezaran kes neçar man ji axa xwe koç bikin. Bêyî Ewropa û bajarên metropolên Tirkiyeyê, gelek kes neçar man ku derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibin. Li Kampa Mexmûrê ku girêdayî navçeya Mexmûrê ya parêzgeha Mûsilê ye, dora 12 hezar kes lê dijîn ku piranîya wan ji ber siyaseta valakirina gundan û cerdevaniyê ji Şirnex û Colemêrgê koç kirine. Kamp ku piranîya niştecihên wê jin û zarok in, di sala 1998’an de ket bin parastina Neteweyên Yekbûyî (NY).
 
Hevserokê Meclisa Gel a Mexmûrê Hezar Nerexî derbarê pêşnûmeqanûna çarçoveyî û bandorên wê yên gengaz ên li ser Kampa Mexmûrê ji Ajansa me (MA) re axivî.
 
Nerexî anî ziman ku ji bo nirxandina qanûna çarçoveyî divê mirov bala xwe bide pêvajoya sed salên borî û ev tişt got: “Bi peymanên cuda Kurdistan kirin çar parçe û nasname, ziman û çanda gelê Kurd hate redkirin. Xwestin ku gelekî tune bikin. Di sed salên borî de Kurd bi gelek komkujî û êşan re rû bi rû man. Dema em li dîrokê û roja me ya îro dinêrin, eşkere diyar dibe ku Kurdan bi berdêlên mezin heta vê rojê hatine. Li hemberî hemû komkujî û qirkerinan gelê Kurd her tim li ber xwe daye. Çendîn caran xiyanet li Kurdan hatiye kirin. Lê Tevgera Azadiyê ya Kurd di 50 salên borî de bi têkoşîna xwe ev dîroka reş berevajî kir. Rêber Apo tevî ku 27 sal in di zindanê de ye û di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de ye jî, li ber xwe da û îro careke din dewleta Tirkiyeyê kişand ser masê. Tevî tecrîda di nav tecrîdê de jî Rêber Apo gav paşde neavêt. Rêber Apo li hundir û gelê Kurd li derve li her derê berxwedan domand.”
 
 
‘QANÛNEK NABE ÇARESERIYA HEMÛ PIRSGIRÊKAN’
 
Nerexî anî ziman ku gotûbêjkirina qanûna çarçoveyî encama berdêlên mezin ên gelê Kurd e û axaftina xwe wiha domand: “Qanûna çarçoveyî ya ku îro di Meclisê de tê nîqaşkirin, bi berdêlên mezin derket holê. Rêbertiyê axaftina xwe ya dîrokî di 27'ê Sibata 2025'an de kir û bingehê vê rojê avêt. Tirkiye îro neçar ma ku vê pêvajoyê bide destpêkirin. Rêber Apo rastiya Kurd a ku di gorê de hatibû veşartin û axa miriyan li ser hatibû reşandin, ji gorê derxist û anî ser masê. Bi têkoşîna Rêbertiyê û Tevevgera Azadiyê ya Kurd re îro gava yekem a rêyeke bi hezaran kîlometre dirêj hate avêtin. Tevî kêmasiyên xwe jî qanûna çarçoveyî erênî ye. Em dibêjin kêm e; lewre pirsgirêkên sed salan bi qanûnekê çareser nabin. Ev tenê gavek e. Ev qanûn nabe çareseriya hemû pirsgirêkên me, ev rastiyek e. Ji îro û pê de erkê me hemûyan e ku em têkoşînê mezintir bikin. Bi vê qanûna çarçoveyê re starta pêvajoyeke nû hate dayîn.”
 
‘TENÊ RÊBER APO DIKARE GEL QANE BIKE’
 
Nerexî diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê mîsoger kirin û anî ziman: “Divê deriyên Îmraliyê werin vekirin. Divê rojnamevan û akademîsyen bikaribin biçin dîtina Rêber Apo. Em li bendê ne ku tavilê ev pêk werin. Ev ne hewcedariyek, lê wê pêwîstiyek e. Kesê ku karibe gel qane bike tenê Rêber Apo ye. Heke deriyên Îmraliyê vebibin, Rêber Apo ne tenê Kurdan, lê dikare gelê Turk jî qane bike.”
 
‘EM Ê BANGA RÊBERTIYA XWE ESAS BIGIRIN’
 
Nerexî anî ziman ku gelê Mexmûrê parçeyekî vê pêvajoyê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Têkoşîneke zêdetirî 30 salî heye. Piştî zilum û zoreke mezin, em hemû ji wan axên ku lê ji dayik bûne lê nehatine mezinkirin derketin. Ji bo me tişta girîng Rêbertiya me ye. Çi qanûn derkevin jî em bangên Rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya Kurd ji xwe re esas digirin. Hêvî û ramana me Rêbertiya me ye. Rêbertiya me çi ji me bixwaze em amade ne ku bikin. Ji roja ku em hatine sirgûnkirin heya îro em her dem bi Rêber û Tevgera Azadiyê re tevgeriyan. Di vê pêvajoyê de erka ku bikeve ser milê me em ê bi cih bînin. Heta ku Rêbertiya me bi fîzîkî azad nebe, em nikarin wek gelê Mexmûrê bibêjin 'em gihiştine mafên xwe'.”
 
MA / Emrullah Acar