Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
- Jin
- |
- 9 Tebax 2026 10:48
- |
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 180’emîn a Kovara Jin bi berga "Di jiyana rojane de serdestî û lêgerîna civakeke demokratîk" derket.
Kovara ku bi naverokek dewlemend derketiye, mijarên girîng ên wekî bandorên şerê taybet ên li ser jiyana rojane, perwerdê, wêrankirina ekolojîk û tundiya li dijî bedena jinan bi hûrgilî vedikole. Di nava naveroka vê hejmarê de bi tevî analîzên li ser polîtîkayên şer hewldanên jin, karker û civakê yên ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û xwedîderketina li mafan jî, cih digirin.
Hemû naverokên di hejmara nû de wiha ne:
“*Şerê ku bi rêya bedenên jinan tê meşandin: Tundiya Zayendî, Bîr, Hevgirtin û Avakirin/ Sumeyye Boz
*Wêrankirin ji Xwezayê Ber bi Civakê Ve Belav Dibe / Derya Akyol
*Avakirina Civakeke Demokratîk li Hember Polîtîkayên Şerê Taybet / Sevcan Kadîroglu
*Dibistanên Îmam Hatîp, Mufredat û Perwerda Neteweyî-Olî: Ji "Xwendekarê Maqûl" bigre heya "Jina Maqûl" / Funda Demîr Bozkurt.”
*Kedkarên Perwerdê, Paşeroj û Mafên Xwe Diparêzin / Sîmge Yardim