ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2026'AN
- Rojane
- |
- 10 Tebax 2026 09:00
- |
* Nivîskarên Kurd ku me di 58'emîn Mihrîcana Çand û Hunerê ya Tetwanê de bi wan re axivî, destnîşan kirin ku qanûna çerçeve gaveke girîng e û gotin ku dibe ku di pêş de gavên erênî bên avêtin.
* Dayika Aştiyê Amîne Engidarê anî ziman ku ew li baxçeyê ku 15 sal berê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar lê danîne li benda azadiya wî ne û got: "Ev der baxçeyê wî û yê gel e. Fêkiyên wî yên me hemyan û siya wan ya me hemûyan e. Ger Rêberê me azad bibe em dixwazin ewilî were vî baxçeyî."
* Dê Komeleya Aştiyê ya 10'ê Cotmehê, ji bo Komkujiya Garê ta Enqereyê ya 10'ê Cotmehê ku 130 meh li dû xwe hiştin, li ber Gara Enqereyê bîranînekê li dar bixe. (10.04)
* Dê pêşniyarqanûna "Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekparebûna Civakî" ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Çareseriyê de hat amadekirin, berpêşî Lijneya Giştî ya Meclisê bê kirin. (11.00)
* Dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan dê di dema pêşniyarqanûna "Hevgirtina Neteweyî û Xurtkirina Yekparebûna Civakî" de, biaxive. (12.00)
* Dê bi pêşengiya TJA'yê ji bo zelalkirina mirina biguman a Rojîn Kabaîşê ji ber Van AVM'yê heya Qada Bajêr meş bê lidarxistin. (19.00)