Ji bo Abdullah Ocalan dar çandibûn: Fêkiyên wî yên me hemûyan, siya wî ya me hemûyan e
COLEMÊRG - Dayika Aştiyê Amîne Engidarê anî ziman ku ew li baxçeyê ku 15 sal berê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar lê danîne li benda azadiya wî ne û got: "Ev der baxçeyê wî û yê gel e. Fêkiyên wî yên me hemyan û siya wan ya me hemûyan e. Ger Rêberê me azad bibe em dixwazin ewilî were vî baxçeyî."
Ji destpêkirina pêvajoyê ku di 27'ê Sibata 2025'an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin, 17 meh derbas bûn. Pêşnûmeqanûna ku di 5'ê Tebaxê de wekî encama vê pêvajoyê, pêşkêşî Meclisê hatibû kirin, hîn jî mijareke sereke ya rojevê ye. Der barê vê pêşnûmeyê de gelek nêrîn û rexne hatin bilêvkirin. Ji dema Komploya Navneteweyî ve, gel ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan gelek çalakî û çalakiyên curbicur li dar xistine.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrgê, bi hêviya pêşwazîkirina Abdullah Ocalan li baxçeyê li gundê Şîşemzîna cihê ku wan di sala 2011'an de yekem şitilên xwe lê çandibûn gelek bi kelecan in.
Ev gund ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê û nêzîkî sînorê Rojhilatê Kurdistanê ye, xwedî girîngiyeke mezin e. Li gundê ku hatibû şewitandin; hema hema hemû gundî rûbirûyê metirsiya komkujiyê mabûn û gelek ji wan jî hatibûn girtin.
ŞITILÊN EWIL DI SALA 2011'AN DE HATIN DANÎN
Di sala 2011'an de, di nava rewşa siyasî ya wê demê de, li têketina gundê Şîşemzînê, gundekî ku xelk jê re dibêje "gundê Abdullah Ocalan", bi pêşengiya "Dayikên Aştiyê" yên Colemêrgê û ji bo piştgiriya azadiya Abdullah Ocalan, baxçeyek bi navê "Baxçeyê Rêbertiyê" hat avakirin. Ji dema ku ew şitilên ewil hatine çandin û vir ve, gelek hewldan ji bo rakirina daran ji wî baxçeyî hatine kirin. Darên fêkiyan ku herî dawî di sala 2015'an de hatine çandin, niha li baxçeyekî ne ku wekî cihekî ji bo Abdullah Ocalan û kesên ku serdana wî dikin hatiye terxankirin, li ser pêyan in.
ayika Aştiyê Amîne Engidarê anî ziman ku ew li baxçeyê ku 15 sal berê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dar lê danîne li benda azadiya wî ne û got: "Ev der baxçeyê wî û yê gel e. Fêkiyên wî yên me hemyan û siya wan ya me hemûyan e. Ger Rêberê me azad bibe em dixwazin ewilî were vî baxçeyî."
MA / Ceylan Şahînlî