AGIRÎ- Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin bilêv kir ku ev qanûna çarçoveyî ji bo derbasbûna ji rewşa pevçûnê ber bi rewşeke ku serweriya hiqûqê lê serdest e, xaleke destpêkê ya girîng e û wiha got: "Pêngava yekem a rêwîtiyeke hezar kîlometreyî, pir bi qîmet e."
Tê payîn ku pêşnûmeqanûn ya bi sernavê "Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ku pêşkêşî Parlamentoyê hatiye kirin, îro were rojeva Lijneya Giştî. Daxwaz û hêviyên beşên cuda yên civakê der barê vê pêşnûmeya ji 12 xalan pêk tê de, hîn jî mijareke sereke ya rojevê ne.
Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin der barê pêşnûmeya "Xurtkirina Piştevaniya Neteweyî û Entegrasyona Civakî" de nirxandin kir. Gunakin bal kişand ser pêwîstiya avêtina gavan ji bo danîna bingeha derbasbûna bo demokrasiyê û afirandina atmosfereke dûrî pevçûnan di nîvê duyemîn ê dîroka Komarê de û got: "Ev pêşnûme wekî gava yekem a ber bi rêkûpêkkirineke qanûnî ya erênî ve ji bo avakirina atmosfereke baweriyê, xwedî girîngiyeke mezin e."
Gunakin diyar kir ku ev pêvajo qonaxa destpêkê ya wê modelê ye ku wekî "Çekdanîn, Terhîs û Jinûve Engerasyon" (Disarmament, Demobilization and Reintegration/DDR) tê zanîn û got ku ev model çarçoveyeke avakirina aştiyê ye ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye pejirandin. Gunakin anî ziman ku modela DDR'ê mekanîzmayeke ji aliyê NY'yê ve hatiye pêşxistin û wiha got: "Ew li ser sê hêmanên bingehîn hatiye avakirin: çekdanîn, terhîs û entegrasyona civakî. Civak der barê van pêvajoyan de xwedî hin hêviyan e. Herçend ev qanûndanîn ne çareseriyeke berfireh an jî qanûneke derbasbûnê ya bi wateya xwe ya berfireh be jî, ji bo bicihkirina pêvajoyê di çarçoveyeke qanûnî de xwedî girîngî ye. Ev ne qanûneke çarçoveyî ye û ne jî qanûneke derbasbûnê ye; belkî qanûneke bi şert û nerm e ku cîbicîkirina cezayan bi rê ve dibe. Bêguman, ev ne qanûnek e ku barên civakî û siyasî yên şerê pêncî salî bi temamî ji holê radike. Lêbelê, divê mirov ji bîr neke ku hêviyên zêde û mezin dikarin me ji rastiyê dûr bixin. Di vê çarçoveyê de, gelo ev qanûn bersiva hêviyan dide? Ez wê biqîmet dibînim ji ber ku pêngaveke erênî ye û pêvajoyê pêşve dibe. Ev qanûndanîneke pir girîng e ji bo dûrketina ji polîtîkayên ku li ser bingeha ewlehiyê ne û ji bo veguhastina pêvajoyê ji bingeha tundiyê ber bi bingeha qanûnê ve. Derxistina vê qanûnê ji bo 'sedsala duyemîn' a Tirkiyeyê, bi taybetî di warê derbasbûna bo demokrasiyê û demokrasiya 'rastîn', bidawîanîna şer û avakirina atmosfereke ewlehiyê de xwedî girîngî ye, ji ber ku ew beşdariyê li aştiya civakî dike."
Gunakin, bi nîşandana wê desteya ku di pêşnûmeya qanûnê de hatiye plankirin, nebûna berpirsiyariya cezayî, bi taybetî der barê komîteyên biçûk de wekî gaveke girîng a ber bi pêş ve nirxand. Gunakin da zanîn ku herçend ev rêzikname hemû pirsgirêkên têkildarî mafên siyasî, çandî û demokratîk çareser neke jî, dikare bingeha qanûnî ji bo pêvajoyeke nû deyne û wiha got: "Bêguman, ev ne qanûnek e ku ji bo bikaranîna mafên siyasî, mafê rêxistinbûnê, mafên çandî, azadiya derbirînê an jî mafê lidarxistina civîn, xwepêşandan û meşan garantiyên destûrî peyda dike. Lêbelê, em wê wekî rêziknameyeke qanûnî ya erênî dibînin. Ez bawer dikim ku divê hemû aliyên têkildar, burokrat, akademîsyen, siyasetmedar û rêxistinên pîşeyî yên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê, piştgiriyê bidin vê yasayê jî. Di dawiyê de, ev qanûn dê ji aliyê Meclisê ve were pejirandin. Biryarên Meclisê girêder in; eger ev qanûn bikeve meriyetê, dê her kes mecbûr be ku li gorî wê tevbigere. Divê hemû sazî, rêxistin û welatî vê qanûnê bipejirînin. Ez vê qanûnê wekî gaveke destpêkê ji bo aştiyê, demokrasiyê û mafên mirovan dibînim. Gaveke destpêkê ji bo rêwîtiyeke hezar kîlometreyî, xwedî girîngiyeke mezin e."
MA / Serkan Satilmiş