Pêşnûmeya 'Çerçeve Qanûn'ê hat qebûlkirin: Kîjan partiyê kîjan deng da?

Parve bike:
ENQERE - Pêşniyarqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat amadekirin, li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin. Piştî vê rêjeya dengdayînê ya partiyên siyasî jî diyar bû. 
 
Pêşniyarqanûna "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî" ya di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hat amadekirin, li Lijneya Giştî ya Meclisê hat qebûlkirin. 562 parlamenter tevlî dengdayînî bûn. Ji van parlamenteran 467 parlamenteran dengê "erê", 87 heban dengê "na" û 7 heban jî dengê "bêlayan" dan. Pêşniyarqanûn ku ji 12 xalan pêk dihat, piştî hevdîtineke zêdetirî 11 saet û nîvan li Lijneya Giştî ya Meclisê der barê wê d ehevdîtin hatin kirin. DEM Partî, AKP, MHP, Yenî Yol, HUDA Par, TÎP û EMEP dengê "erê" dan û ÎYÎ Partiyê dengê "na" dayê. Partiya Yenîden Refahê jî dengê "bêlayan" da. 
 
Her wiha helwesta Yenî Partiyê jî her çû hêdî hêdî zelal bû. Partiyê berî Lijneya Giştî dest pê bike bi awayekî ji çapemeniyê re girtî civîna koma partiyê li dar xist. Hat diyarkirin ku dê Serokê Giştî Ozgur Ozel û rêveberiya partiyê raya "erê" bidin û parlamenter jî dê li gor hesasiyet û fikarên bajarên xwe tevbigerin. Li gor vê 35 parlamenterên Yenî Partiyê gotin "erê" û 54 parlamenter jî gotin "na." 
 
Di CHP'ê de jî 29 parlamenteran dengê "erê" û 2 parlamenter jî dengê "na" dan. Li gel vê ji 7 parlamenterên serbixwe yên li Meclisê yek jê raya "na" da. Her wiha Demokrat Partî ya ku parlamenterek wê di Meclisê de heye raya "na" da.