Şerê Rûsya-Ûkraynayê: 10 kes mirin
- Cîhan
- |
- 11 Tebax 2026 12:34
- |
NAVENDA NÛÇEYAN -Di êrişên Rûsyayê yên bi fuze, bombardûmana hewayî, drone û topbaranê de herî kêm 10 kes li Ûkraynayê mirin û zêdeyî 25 kes jî birîndar bûn.
Li Ûkraynayê di êrişên duh bi şev ên Rûsyayê de herî kêm 10 kes mirin. Li gorî rayedarên Ûkraynayê bîlançoya herî giran a êrişan li bajarê Zaporijjiayê bû. Hat ragihandin ku di êrîşa bi fuzeyan û bombardûmana hewayî de li Zaporijjiayê 6 kes mirin, 19 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku artêşa Rûsyayê bi drone û topan êrîş biriye ser pênc navçeyên Dinpropetrovksê. Di êrişan de 3 kes mirin ku hate ragihandin yek ji wan zarokekî 15 salî bû.
Waliyê bajarê Voronej ê Rûsyayê Aleksandr Gusev jî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, ragihand ku bi şev 15 ÎHA ji aliyê parastina wan a hewayî ve hatine xistin û ji ber parçeyên ÎHA'yan kesek jiyana xwe ji dest daye.
Li paytext Kievê jî nîvê şevê dengê teqînan hate bihîstin. Agir bi depoyekê ket û di êrîşan de kesek birîndar bû.