AMED - Çetîn Bayramê ku ji ber heman navî bi îdiayên "heqareta li mezinên dewletê" û "bandora li hilbijartinên Stenbolê" doz lê hat vekirin, tevî ku du caran beraet girtiye jî, hê jî tê darizandin.
Çetîn Bayram, ji ber şibandina navê ku li bin parvekirina li ser medyaya dîjîtal şîrove kiriye, bi îdiayên "heqareta li mezinên dewletê" û "bandora li hilbijartinên Stenbolê" doz lê hat vekirin, tevî ku du caran beraet girtiye jî, dîsa tê darizandin. Di îdianameya ku di 28'ê Kanûna 2022'yan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat amadekirin, ji aliyê 69'emîn Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Enqereyê ve hat qebûlkirin. Di dozê de Daîreya Ceza ya 20'emîn a Dadgeha Îstinafê ya Enqereyê biryarê xera kir û ji Dadgeha herêmî re şand. Dadgeha herêmî dîsa biryara beraetê da û dîsa ji îstinafê re hat şandin. Îstinavê vê carê bi hinceta "bêwezîfetiyê" ew xera kir.
Bayram destnîşan kir ku ji ber şibandina nav tê darizandin û got: "Min di sala 2015'an de hevserokatiya HDP'ê ya Bolûyê kir. Gava ez di nava xebatan de bûm hatim binçavkirin û girtin. Piştî 3 mehan bi kontrola edlî hatim berdan. Pişt re vegeriyam Amedê û dîsa hatim darizandin. Di sala 2018'an de têkildarî hilbijartinên Stenbolê bi navê Çetîn Bayram parvekirinek hat kirin. Ji ber vê bi îdiayên "heqareta li mezinên dewletê" û "bandora li hilbijartinên Stenbolê" der barê min de lêpirsîn hat destpêkirin. Dosyeya min a berê û ev kirin yek."
Bayram bilêv kir ku tevî ku 2 caran biryara beraetê hatiye dayîn jî tê xwestin bê cezakirin û got: "Du caran beraet dan, lê bi israr dixwazin dîsa bibin dadgehê. Tu delîl tune ne. Parvekirineke neaîdî min dikin ya min. Dixwazin bi dosyeya min a din re bikin yek û ceza zêde bikin. Dadgeha Enqereyê du caran beraet da, lê bi israra dixwazin vê biryarê bi awayekî din bikin. Ji ber darizandineke basît e, dadgeh nayê çêkirin. Tenê biryar tê dayîn. Merhelayên dadgehê jî pirî caran bi parêzer re nayên parvekirin. Mirov çawa ji ber şibandina nav tê cezakirin? Gelek Çetîn Bayram hene. Dibêjin bandor li hilbijartinên Stenbolê kiriye. Ez ê çawa karibim bi tena serê xwe bandorê lê bikim. Û jixwe ew hesab ne yê min e. Bila demildest dawî li vê bêhiqûqîtiyê bê."
MA / Fethî Balaman