BEDLÎS - Ji solîstên Koma Kamkarsê Shahrokh Hedayatî, têkildarî pêvajoyê got: "Li tu devera cîhanê qedexe çareseriyê naynin. Li vir destpêkirina pêvajoyekê pir girîng e û cihê kêfxweşiyê ye."
Koma muzîkê ya navdar a ji Rojhilatê Kurdistanê Kamkars (The Kamkars), piştî demeke dirêj par li Amedê û hefteya borî jî li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê derket ser dikê.
Ji solîstên Koma Kamkarsê Shahrokh Hedayatî got: "Li tu devera cîhanê qedexe çareseriyê naynin. Li vir destpêkirina pêvajoyekê pir girîng e û cihê kêfxweşiyê ye."
‘EV DER DILÊ ME YE'
Şahrokh Hedayatî anî ziman ku Bakurê Kurdistanê xwediyê potansiyeleke mezin e û wekî dilê Kurdan e û wiha got: "Ev der dil me ye. Dema ez ciwan bûm, min guh li stranên Kurmancî dikir û min pir ji hunermendên vê derê hez dikir. Me di destpêka vê salê de li Amedê konserteke hêja li dar xist û îro em dîsa li vir in. Ji bo demsala payîzê jî planên me yên ji bo konsertên din hene. Hatina cem gel, kêfxweşiyeke mezin dide min. Ez ji gel, xwezayê û çiyayên Kurdistanê hez dikim; ev der dilê min e. Em li gelek cihan konsertên mezin li dar dixin. Dema mirov li çar parçeyên Kurdistanê digere, dibîne ku zarava, ziman û çand ji cihekî bo cihekî din diguherin. Ev yek cihêrengiyeke dewlemend nîşan dide ku bi rastî jî gelekî xweş e."
'QEDEXE ÇARESERIYÊ NAYNIN'
Hedayatî, der barê qedexeyên ku bi salan e li Tirkiyeyê berdewam dikin û pêvajoya niha de got: "Li tu devera cîhanê qedexe çareseriyê naynin. Li vir destpêkirina pêvajoyekê pir girîng e û cihê kêfxweşiyê ye. Ji bo Kurdan gelek girîng e ku konsertên bi ziman û çanda xwe li dar bixin. Bi vê pêvajoyê re dê rewş baştir bibe; mirov dê bi ziman û çanda xwe hunerê biafirînin. Em Kurd bi huner û folklora xwe zindî dimînin. Kes nikare vê yekê ji destê me bigire. Huner û çanda Kurdî dê her dem bidome û li ser pêyan bimîne. Hêvîdar im ku ev pêvajo bi ser bikeve û Kurd li ser axa xwe bi kêfxweşî bijîn."
‘DIVÊ MIHRÎCAN BIDOMIN'
Hedayatî ku got mihrîcan ji bo çand û hunera Kurdî girîng in û divê li her derê bên lidarxistin, wiha got: “Ev festîval her wiha qadên wiha ne ku em tê de çanda xwe nîşan didin. Em dixwazin ku zimanê Kurdî li kolan û malan bê axaftin. Divê ev festîval bên pêşxistin û Kurd wan ji bo danasîna çanda xwe ya ji cîhanê re bi kar bînin. Dema zarokên Kurd beşdarî konsertên bi vî rengî dibin, ew guh didin muzîka bi hemû zaravayên Kurdî û wê hîn dibin. Ev yek derfetê dide wan ku bi wan ziman û zaravayan re aşîna bibin.”
MA / Ozlem Yacan