Xelkê Enqereyê: Dê gavên qanûnî tevkariyê li civakîbûna aştiyê bikin
- Rojane
- |
- 15 Tebax 2026 10:54
- |
ENQERE - Welatiyên li Enqereyê ku bal kişandin ser pêwistiya bi zemîna hiqûqî ya ji bo pêvajoyê, destnîşan kirin ku dê gavên bên avêtin bikin ku aştî civakî bibe.
Gelek derdro rexneyên xwe yên li pêşniyarqanûna "Xurtikirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî" û bendewariyên xwe yên ji wê didomînin.
Li Enqereyê welatiyan diyar kirin ku qanûna çerçeveyî di warê çareserkirina meseleya Kurd a sedsalî de gava ewil e û gotin ku aştî bi gavên beramberî dikare mayinde bibe û ji bo vê jî pêdivî bi pêvajoyên qanûnî heye. Welatiyan berdana girtiyên siyasî, vegera kesên li derveyî welêt dê tevkariyê li civakîbûna aştiyê bikin.