Li Amedê mînîbus qulibî: 5 kes mirin
- Rojane
- |
- 15 Tebax 2026 12:45
- |
AMED - Li navçeya Licê ya Amedê mînîbusek qulibî û di encamê de 3 kesan li cihê bûyerê û 2 kes jî piştî rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.
i navçeya Licê ya Amedê mînîbusek qulibî. Li gorî agahiyên hatine girtin, mînîbusa bi plaka 41 AFM 446 dema diçû Çewlîgê, li cihê ketina navçeya Licê wergeriya. Gelek ambulans sewqî cihê qezayê hatin kirin. Hat diyarkirin ku ji 16 kesên di wesayîtê de, 3 kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Birîndar rakirine nexweşxaneya li Licê.
Ji kesên birîndar ên rakirin nexweşxaneyê 2 kes mirin û bi vî awayî hejmara miriyan bû 5. Hat ragihandin 11 kes jî birîndar in.