Çalakiya karkerên madenê di roja 6'an de ye

Parve bike:
ENQERE - Ji karkerên madenê yên ku li ber Wezareta Enerjiyê kom bûne û bi mehan e heqdesta xwe nagirin Necatî Denîz got: "Yildiz hat, hem me, hem zarokn me û hem jî gelê me muhtacî nan kir." 
 
Karkerên madenê yên li Elazig Etî Gumuş a li Xarpêtê û Dorûk Madencîlîk a Eskîşehîrê dixebtin, ji bo heqdesta xwe ya bi mehan e wernegirtine li Enqereyê çalakiya xwe ya li ber Wezareta Enerjiyê didomînin. 
 
Karkerên madenê yên li 6 roj in li ber Wezareta Enerjiyê di çalakiyê de ne ji ajansa me re axivîn. 
 
Karker Nevzat Koyûncû da zanîn ku di meha 12'an a sala 2022'yan de tevî hemû mafên xwe derbasî Yildiz Holdîngê bûne û got: "Ji wê rojê ve binpêkirina mafan dewam kir. Heya em hemû heqên xwe bi dest bixin, em ê çalakiya xwe bidomînin." 
 
Ji karkerên madenê Şahîn Kûllûk anî ziman ku deynê bankeyan li wan in û got ku di sala 2022'yan de bi destûra bêheq re rû bi rû maye û di sala 2025'an de doza vegera ser kar qezenc kiriye. Kûllûk got: "45 rojan xebitîm, hem heqê min nedan min hem jî bêyî tazmînat ji kar hatim derxistin. Mecbûr mam di karên cuda de bixebitim." 
 
Karker Mûstafa jî bi heman pêvajoyê re rû bi rû maye û got: "Em dixwazin hemû heqên me demildest bên dayîn." 
 
Karker Necatî Denîz jî got: "Ez ji Madena Xarpêtê me, 62 salî me. Serokkomar Madenê wergirt û ji bo 49 salan dewrî Sabahattîn Yildiz kir. Yildiz, pereyê dewletê, madena dewletê xwar. Paşê malên me, cihên me yên dîrokî bi fabrîkeyên xwe tune kir. Yildiz hat, hem me, hem zarokn me û hem jî gelê me muhtacî nan kir. Me hemûyan dest ji madenê berda, xaniyekî em tê de bistrên tune ye. Gelê Madenê perîşan e."