Çîroka wêneyên 12 sal berê yên Goristana Xerzanê
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanê bi navê Sîdar ku 12 sal berê bi wêneyên Goristana Xerzanê ya ku piştî hat xerakirin 267 cenazeyên tê de hatin revandin goristanê nemir kir, piştî wêne girtin bi 4 mehan tevlî nav gerîlayan bû.
Di Tebaxa 2013'an de li gundê Oleka Jor ê Herêma Xerzan a Bedlîsê li Qada Goristanê ya Xerzanê bes ne cihê goran, mizgeft, mala şînê, qadên kombûnê û avahiya akademiyê hatin avakirin. Li goristanê cenazeyê 268 gerîlayên di navbera 1990 û 2010'an de jiyana xwe ji dest dane hatin definkirin.
Cihê goristanê û avahiyên hatin avakirin, di Kanûna 2017'an de bi êrişa leşker û cerdevanan bi temamî hat xerakirin. 267 cenazeyên li goristanê ku hat bombekirin û bi makîneyên karî hat xerakirin, bêyî haya malbatên wan jê hebe li Kilyos a Stenbolê di bin peyarêyekê de hatin veşartin. Heya niha ji malbatan tenê 30 heb jê cenazeyê xizmên xwe wergirtine û yên mayî jî hê di bin peyarêyê de ne.
Herêma ku Goristana Xerzanê lê, cihekî bilind e û bi çiyayên xwe û daristanên xwe balê dikişîne. Berû, gûz, alûc, sêv, hirmî, erûk û gelek darên din li vê herêmê hene. Wekî gelek gundên din ên li herêmê, gundê Korcan, Oleka Jor, Oleka Jêr û gelek gundên din di salên 90'î de ji ber pevçûnên dijwar bi hinceta "ewlehiyê" hatin valakirin.
Ji malbatên ku di salên 90'î de cerdevantî qebûl nekirin û koç ber bûn, yek jê jî malbata Sîdar e. Malbat, di salên 2000'î de vegeriya gund û xaniyê xwe ji nû ve ava kir. Sîdar ê tevî malbata xwe li gundê Korcanê dima, bû şahidê bûyerên li herêmê. Gundê Korcanê, du kîlometreyan li jora Goristana Xerzanê ye. Sîdar ku goristana di sala 2013'an de hata avakirin tim ziyaret kir, ji serî heta binî bûye şahidê çêkirina goristanê. Sîdar dem li gund bû, bûye şahidê jiyana gerîlayan û ev yek bandor lê kiriye.
Sîdar di sala 2014'an de bi telefona xwe diçe goristanê û wekî ku cara dawî be 11 wêneyan digire. Sîdar wêneyên têketina goristanê, deriyê têketinê yê ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê daliqandî, gorên li ser wan kulîlk hatine danîn, kona li jêra goristanê hatiye vedan û hemû gorên bê kêlik girtine. Sîdar ku bi van wêneyan Goristana Xerzanê nemir kir, li dû xwe bîrek hişt.
Sîdar piştî van wêneyan digire bi 4-5 mehan tevlî nav refên gerîlayan dibe.
Di navbera wêneyên ku Sîdar di 2014'an de girtine û halê dawî ya goristanê de ferqeke gelekî mezin heye. Ger ne ji wêneyên Sîdar an jî gundiyekî rêzan be, dê kes nikare be cihê goristana li Oleka Jor bbibîne.