Li Stenbolê hevdîtina 'Em dimeşin azadiyê': Bila ji jinan bitirsin 2021-09-19 18:01:41   STENBOL - Li Sutangaziya Stenbolê bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin" bi jinan re hevdîtin hat kirin. Di hevdîtinê de peyamên dê îqtîdara mêran hilweşe. Wê jin bi ser kevin! Gel bi ser kevin! hatin dayîn.       Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma, "Li dijî qirkirina jinan, nijadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin" li Parka Aşik Veysel a Sûltangaziyê bi jinan re hevdîtin kir. Di hevdîtina hat kirin de Endamên Meclisa Jinê ya HDP'ê, Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Paralmentera Amedê Semra Guzel, parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay,  Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut, Endamên Komeleya Dema Jinê, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tevli bûn.    Parka ku lê pankarta "Em lidijî qirkirian jinan ber bi azadiyê ve dimeşin"  hat vekirin ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di hevdtîinê de dirûşmên "Bijî Berxwedna zindana", " Tecrîdê bi dawî bikin", "Em kurd in" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin û govend hat gerandin.    'BILA TECRÎD BI DAWÎ BIBE'   Aktîvîsta TJA'yê Zekiye Îlbasan berî daxuyaniyê axivî û bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û wiha got, "Tecrîda li ser Birêz Ocalan bi awayê dijhiqûqî didome û pê re têkilî nikare bê danîn. Bila tecrîd demildest bê bidawîkirin."   'ŞER ENCAMA DESTHILATA MÊR E'   Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bultu jî got, "Em ê daxwazên xwe bi jinan re nû bikin. Em jiyaneke bi hev re û aştiyane dixwazin, daxwaza jinan ev e jin û pergala wan bi edalet in. Şer encama îqtîdara mêr e."   'QIRKIRIN Û ÊRIŞ GIRÊDAYÎ TECRÎDÊ NE'   Parlamenter Semra Guzel jî hemû jinên li parkê silav kirin û got ku bi salan e li dijî zîhniyeta mêr li kolanan têkoşînê didin. Guzel, diyar kir ku ew hevrêyên Clara, Sara, Hevrîn, Bêrîvan, Fîgen, Sebahat, Gultan, Leyla û Ayşe ne û ew ê jî wekî wan vê têkoşînê mezin bikin û pêşve bibin û ev tişt got: "Ger hûn Denîz Poyraz qetil dikin, malbata kurd a li Konyayê û ermeniyan qetil dikin  û deriyê elewiyan nîşan dikin ev girêdayî tecrîda li îmraliyê ye."   Piştî axaftinan aktîvîsta TJA'yê Eylem Sarica, daxuyanî xwend û got: "Di serî de jinên afgan em hemû jinên li dijî pergala serdest a mêr ku têkoşînê didin silav dikin."   'WÊ JIN Û GEL BI SERKEVIN'   Sarica, diyar kir ku aktorên şerê li Rojhilata Navîn hatiye destpêkirin AKP -MHP ne û dixwazin bi vî şerî îqtîdara xwe li ser piyan bihêlin û ev tişt got: "Lê jinan li Afganistanê li dijî Talîbanê, li Rojava li dijî DAÎŞ'ê û wê li vir jî li dijî pergala serdest a mêr û dewletê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Wê îqtîdara we têk biçe û wê jin bi ser kevin."